Li Dêrikê meşa 25'ê Mijdarê 2025-11-09 15:28:08     MÊRDÎN – Endamên TJA'yê di meşa 25'ê Mijdarê de gotin, "Em ê wekî jin hem ji bo azadiyê û hem jî ji bo civaka demokratîk pêşengiyê bikin."   Tevgera Jinên Azad (TJA) Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Şîdeta li dijî Jinan bi meşekê li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê da destpêkirin. Jin li ber deriyê navçeyê kom bûn û bi wêneyên jinên hatine kuştin meşiyan. Wan dirûşmeyên wekî "Jin, jiyan, azadî", "Quştina jinan polîtîk e" û "Bijî berxwedana jinan" qîr kirin. Jin heta meydana navçeyê meşiyan û piştre daxuyaniyek dan. Li ser navê TJA'yê Eylem Amak daxuyanî xwend.   Eylem Amak diyar kir ku jin dê teslîmî tarîtiyê nebin û dê ji bo jiyaneke wekhev û azad li dijî tundî, îstîsmar û polîtîkayên şerê taybet têbikoşin û got, "Em li dijî xizaniyê, polîtîkayên şer, talankirina xwezayê, dagirkerî û zilmê jiyaneke azad ava dikin. Tu zilm, tu gef, tu qedexe nikare vê hevgirtinê bihejîne. Têkoşîna jinan ji bo azadiyê têkoşîna gel ji bo azadiyê ye. Mafê jiyanê yê jinan garantiya aştî û edaletê ye. Em ê têkoşîna xwe ya rêxistinkirî li dijî şîdeta mêr-dewletê berfireh bikin. Em ê li her derê, li her qadê parastina jiyanê bikin û zimanê azadiyê mezin bikin. Têkoşîna jinan ne tenê protestoyek e; ew bingeha jiyaneke nû ye. Em, jin, hem berxwedana rabirdûyê û hem jî hêviya pêşerojê li van axan hildigirin. Em ê li meydanan, li kolanan, li her aliyê jiyanê bin heta ku em jiyanek wekhev, azad û aştiyane ava bikin."   Piştî daxuyaniyê, Hevşaredara Dêrikê Songul Ozbahçeci axivî û diyar kir ku ew ê jinan bi tenê nehêlin. Piştî vê yekê, Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrim Demir axivî û diyar kir ku ew têkoşîna xwe li dijî hemû polîtîkayên dewletê yên ku jinan hedef digirin, xurt dikin, îrade, nasname û hebûna jinan diparêzin. Devrîm Demir diyar kir ku wan bajarê xwe wekî bajarê jinan li dijî pergala qeyûman îlan kiriye û ew ê bi berxwedana jinan di hemû waran de azadiyê bi dest bixin.   Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz axivî û diyar kir ku li her cihê ku jin lê hebin, demokrasî û azadî heye. Salîha Aydenîz bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo "Aştî û Civaka Demokratîk" û got, "Em wekî jin dê hem ji bo azadî û hem jî ji bo civaka demokratîk pêşengiyê bikin."