Li Wanê ‘Daristana Jinan’ hate vekirin 2025-11-05 19:53:15   WAN - Di çarçoveya projeya “Daristana Jinan” a ku bi pêşengiya Komîsyona Jinan a Şaredariya Tuşbayê û bi hevahengiya Gerînendetiya Polîtikayên Jinê hate bicîhkirin de, 500 şitlên dara berûyê bi keda jinan hatin çikandin.   Li çalakiya çandina daran a ku li tenişta Perava Gel a Ala Şîn hate pêkanîn; Hevşaredara Şaredariya Tuşbayê Xanim Akkoş, Hevberdevka Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Leyla Çelîk, Dayikên Aştiyê, nûnerên rêveberiya herêmî, endamên meclisê yên jin û xebatkarên şaredariyê beşdar bûn.   Di çalakiyê de têkiliya dîrokî ya ku jinê bi xwezayê, axê û jiyanê re daniye hate teqezkirin. Jinan, bi dirûşmeya “Jin jiyan e, jiyan di kokên dara berûuê ya hezar salî de ye” şitil çandin. Avdana yekem a şitlan jî ji hêla jinan ve hat pêkanîn.   ‘Her şitla ku bi destê jinê tê çandin civakê baştir dike’   Hevşaredar Xanim Akkoş diyar kir ku projeya ku wan pêk aniye ne tenê xebateke darçandinê ye û wiha pêde çû: “Ev proje, diyarkirina pêwendiyê a xurt a di navbera jinan û xwezayê de ye. Em bawer dikin ku her şitla ku bi destê jinê tê çandin, ne tenê xwezayê, civakê jî baş dike. Ev xebat ne cara yekem e û dê nebe cara dawîn jî.”   Em ê bajêr bi rengê jinan bixemilînin   Xanim Akkoş destnîşan kir ku ew ji bo xurtkirina jinan û xwezayê hewldanek mezin didin û eiha pê de çû: “Em ê bi alîkariyeke xurt hewl û keda xwe berdewam bikin. Em ê bi têgihiştineke demokratîk, ekolojîk û azadixwaz a jinan bajêrên xwe bi rengê jinan bixemilînin. Em ê bi jinan re jiyaneke ekolojîk ava bikin. Baweriya me xurt e ku em ê bi jinan re bajêr ava bikin.”   ‘Bila ev şitil bibin vesîleya aştî û aramiyê’   Dayikên Aştiyê yên ku beşdarî çalakiyê bûn jî spasiya hemû jinên ku ev keda dane kirin û gotin: Em hêvî dikin ku ev şitlên daran bibin vesîleya aştiyê. Mezinbûna her şitlekê, kokvedana aştiyê ye.”   ‘Bila jin neyên qetilkirin xweza neyê talankirin’   Hevberfevka Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Leyla Çelîk ê jî bal kişand ser têkoşîna parastina xweza û jiyanê ya jinan û got: “Me jinan li vir şitlên dara berûyê çandin. Armanca me ew e ku jin neyên qetilkirin, xweza neyê talankirin. Destê jinê li vê derê ax û xweliyê ket, em ê domdariya jiyanê mezin bikin. Jin jiyan e; jiyan di kokên dara berûyê ya hezar salî de ye.”   Şaredariya Tuşbayê bi projeya xwe ya “Daristana Jinan” mebest dike ku cihekî biaf