MKG: Di cotmehê de zext û sansurê dewam kir 2025-11-04 13:18:32   AMED - MKG'ê di rapora xwe ya binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha cotmehê de ragihand ku meha cotmehê bû serdemeke ku bi zext, sansûr û çewisandina dadwerî ya li dijî rojnamevanan zêde bûye û got:"Siyaseta hikûmetê ya bêdengkirina medyaya rexnegir, ku bi rêya mekanîzmayên dadwerî û îdarî hatiye bicîhanîn, azadiya çapemeniyê hîn bêtir sînordar kir."   Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora xwe ya binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha cotmehê eşkere kir. Di raporê de hat gotin:"Nivîsandina rastiyê hîn jî teşeyekî berxwedanê yê li dijî zordariyê ye. Têkoşîna ji bo azadiya çapemeniyê, tevî hemû astengiyan, hîn jî dengê rastiyê ye."   Di dewamiya raporê de wiha hat gotin:   Rapora Binpêkirina Mafan a MKG'ê ya Cotmehê: Zextên li ser Azadiya Çapemeniyê Kûrtir Dibin   Meha cotmehê bû serdemeke ku bi zext, sansûr û çewisandina dadwerî ya li dijî rojnamevanan zêde bûye. Siyaseta hikûmetê ya bêdengkirina medyaya rexnegir, ku bi rêya mekanîzmayên dadwerî û îdarî hatiye bicîhanîn, azadiya çapemeniyê hîn bêtir sînordar kir.   Rojnamevan dema ku nûçeyan dişopînin, bi rêya astengkirinê, gefxwarinên bi rêya medyaya dîjîtal û pêvajoyên qanûnî hatine hedefgirtin. Bi taybetî endamên çapemeniya Kurd, ji ber hema hema her nûçeyek ew diweşînin, bi lêpirsîn û dozên qanûnî rû bi rû mane. Ev yek bi awayekî zelal tepeserkirina sîstematîk a azadiya raman û derbirînê nîşan dide.   Dozên ku hatine vekirin, lêpirsînên ku hatine destpêkirin û cezayên ku hatine dayîn careke din eşkere kirine ku çawa dadwerî bûye amûrek di krîmînalîzekirina rojnamegeriyê de. Zîhniyetek ku sînorên desthilata siyasî dide pêş, li şûna berjewendiya giştî, berdewam dike ku rojnamevanan ji ber erkê wan ê agahdarkirina raya giştî ceza bike.   Lêpirsînên li dijî Mudura Nûçeyan a JINNEWS'ê Oznur Deger û edîtora JINNEWS'ê Dîlan Babat, ku mirina Rojîn Kabaiş şopandin û kirin nûçe, asta zexta li ser çapemeniyê eşkere kir. Rojnamevanên ku ji ber nûçeyên li ser şîdeta li dijî jinan bi 'hedefgirtin' û "belavkirina agahiyên şaş" têne tawanbarkirin, bi rêya astengkirinên hem qanûnî û hem jî dîjîtal hatin bêdengkirin. Biryara Dadgeha Cezayê Sulhê ya 2'yemîn a Wanê ya astengkirina gihîştina 86 hesabên dîjîtal û bi sedan nûçeyan wekî nîşanek eşkere ya sîstematîkbûna sansurê bû.   Qedexeyên gihîştinê yên li ser hesabên medyaya dîjîtal, girtina malperên nûçeyan û rakirina naverokê nîşan didin ku sansûr di qada dîjîtal de bûye tiştekî asayî.   Di hefteya dawî ya Cotmehê de, Daîreya Cezayê ya 22'yemîn a Dadgeha Herêmî ya Enqereyê cezayê 6 sal û 3 meh ê girtîgehê yê li heft rojnamevanan, tevî nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Diren Yurtsever, Mudura Nûçeyan a JINNEWS'ê Oznur Deger û rojnamevan Zemo Aggoz, pesend kir. Vê yekê careke din nêzîkatiya dadweriyê ya ji bo binavkirina rojnamegeriyê ya wekî 'sûc' eşkere kir.   Ev biryar çavtirsandineke eşkere ya li dijî rojnamevanan e. Çalakiya rojnamevaniyê gav bi gav tê cezakirin.   Êrîş û gefên li dijî rojnamevanên ku nûçeyan dişopînin bê ceza dimînin. Ev ne tenê meseleya ewlehiya takekesan e; di heman demê de binpêkirina mafê gihîştina agahiyan a di qada giştî de ye. Tundûtûjî li dijî rojnamevanan bûye rêbazek çavtirsandinê. Dewlet ne naveroka nûçeyê, lê nivîskarên ku wê eşkere dikin hedef digire.   Tevî van hemû zextan, rojnamevan bi hevgirtin û israr li ser rastiyê pîşeya xwe didomînin. Sansur, çavtirsandin û ceza nikarin kesên ku mafê raya giştî yê agahdarkirinê diparêzin rawestînin. Nivîsandina rastiyê hîn jî teşeyekî berxwedanê yê li dijî zordariyê ye. Têkoşîna ji bo azadiya çapemeniyê, tevî hemû astengiyan, hîn jî dengê rastiyê ye."   Hûn dikarin ji ser vê lînkê xwe bigihînên hûrguliyên raporê: