Rejîma Îranê 15 sal cezayê girtîgehê da mamoste Furug Husrevî 2025-11-03 11:33:28   NAVENDA NÛÇEYAN - 15 sal ceza li mamosteya dibistana seretayî Furug Husrevî ku li bajarê Behbahan a Îranê dijî hat birîn.    Mamosteya dibistana seretayî Furug Husrevî ku li bajarê Behbahana girêdayî eyaleta Huzustan a Îranê dijî, bi îdiaya "Propagandaya li dijî rejîmê", "Heqareta li dijî Alî Hamaney", "Heqareta li dijî Humeynî", "Heqareta dijî olî" û "Li gel saziyên medyayê yên girêdayî Îsaraîlê têkilî daniye", bi giştî 15 sal cezayê girtîgehê xwar.     Biryara derbarê Furug Husrevî de hatî dayîn, ji aliyê 1’emîn Şaxa Dadgeha Şoreşa Behbahan ve hat eşkerekirin. Li gorî madeya 134’an a zagona cezaya Îslama Îranê, cezayê herî giran ku 5 sal cezayê girtîgehê ye, dê were pêkanîn.   Rûniştina doza ku Furug Husrevî jê dihat darizandin, di 2’yê Mijdarê de pêk hat, biryar di 3’yê Mijdarê de ji mamoste re hat ragihandin.   Berê jî hatibû girtin   Furug Husrevî di sibeha 30’ê Hezîrana 2024’an de bi tevî du jinan, ji aliyê 6 sîxurên Îstixbarata Muhafizên Şoreşê ve bêyî agahiyekê bidin, di serdegirtina malên wan de hatin binçavkirin, di lêgerîna malê de dest danîn ser tiştên şexsî û telefonên wan.   Mamoste piştre di 29’ê Tebaxê de cardin hatibû binçavkirin û di 8’ê Tebaxê de bi kefaleta 2 milyar tumen ji girtîgeha Sepîdar a li Abhazê hatibû berdan. Şaxa 2’yemîn a Daîreya Lêpirsîna Dozgeriya Şoreşê û Giştî ya Behbahan, di 21’ê Îlona 2024’an de derbarê Furug Husrevî de gilî kiribû.   Hate diyarkirin ku Furug Husrevî, piştî protestoyên di sala 2009’an de, ji zanîngeha Bender İmam Payam-e Nur hatibû avêtin.