Welatiyên barîkat derbas kirin 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin 2025-11-01 18:48:40   MÊRDÎN – Li Nisêbînê welatiyan li dijî hewldanên astengkirina polîsan barîkat derbas kirin û 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê  pîroz kirin.   Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi wesîleya  1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê  meş pêk hat. Bi sedhezaran kes li Parka Bariş hatin gel hev û xwestin berbi deriyê sînor yê Nisêbîn-Qamişlo bimeşin. Lê polîsan barîkat danîn û astengî derxistin. Gel tevî zextan bi dirûşmeyan meşiyan.   Girse sê saetan payî û piştî ku ji muzakereyan encam negirtin derbasî meşê bûn. Girse bi dirûşmeyan meşiyan û gotin ew di çalakiya xwe de bi israrin û gihiştin sînor.   Piştre li ser navê DEKUP’ê metna daxuyaniyê hat xwendin. Hatîce Oncu axivî û da zanîn ku şoreşa Rojava hêviya jin û ciwanane û got wê ji bo mezinkirina şoreşê bi hev re têbikoşin û îradeya aştiyê biparêzin.   Parlamentera DEM Partiyê Berîtan Guneş jî axivî û da zanîn ku tu kes nikare şoreş agelan bifetisîne.   Piştî daxuyaniyê pîrozbahî seranserê sînor berdewam kir.