Sîrovan Şaûle ya Mahabadî hat binçavkirin 2025-10-30 11:37:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku Sîrovan Şaûle ya li bajarê Mahabadê dijî, di serdegirtina mala xwe de hatiye binçavkirin. Nayê zanîn ka Sîrovan Şaûle li ku tê girtin.   Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê daxuyaniyek da û ragihand ku Sîrovan Şaûle ya li bajarê Mahabadê dijî ji aliyên hêzên ewlehiyê ve, di encama serdegirtina mala xwe de hatiye binçavkirin û nayê zanîn li ku tê girtin.   Li gorî daxuyaniyê, hêzên girêdayî wezareta îstîxbaratê, bi ser mala malbata Sîrovan Şaûle de girtine û tu biryareke dadgehê pêşkêş nekirine. Di  daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku hevjînê Sîrovan Şaûle, Celal Sedefî di 15’ê Kanûna 2024’an de ji aliyê hêzên wezareta îstîxbaratê ve hatiye girtin û hê li girtîgeha Mahabadê bi awayekî nediyar tê girtin.    Sîrovan Şaûle, di meha Sibata 2025’an de li ser banga ji bo Midûriyeta Îstîxbarata Mahabadê çend saetan hatiye lêpirsinkirin û gefa girtinê la hatiye xwarin.   Der barê hinceta binçavkirin û sûcên li Sîrovan Şaûle tên barkirin de tu agahî nehatine parvekirin.