Hevşaredara ku qeyûm tayînê şûna wê bû: Me şûnde gav neavêt! 2025-10-27 09:04:34   Gulistan Gulmuş   RIHA - Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram ku qeyûm tayînê şûna wê hat kirin, diyar kir ku tevî qeyûm hatiye tayînkirin jî şûnde gav neavêtine, nava gel de cih girtin û xebat meşandine.   Di 31’ê Adara 2024’an de di hilbijartinên herêmî de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) gelek şaredarî bidest xistin. Lê pişt re bi gelek hincetan îradeya gel hat xespkirin û qeyûm tayînê hinek şaredariyan kirin. Yek ji van şaredariyan jî ya Xelfetî ya Rihayê bû. Di 4’ê Mijdara 2024’an de qeyûm tayînê şaredariya Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê hat kirin. Qeyûm hatin tayînkirin lê hevşaredaran xebatên xwe meşandin. Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram ku qeyûm tayînê şûna wê bû, der barê pêvajoyê de axivî.   ‘Qeyûm li vir tiştek nehişt’   Saniye Bayram destnîşan kir ku îradeya gel berê hatiye xespkirin û wiha got: “Li gelek cihan qeyûm hat tayînkirin lê li Xelfetiyê pir cuda bû. Me di 2014’an de li vir şeradarî girt lê di 2016’an de dîsa qeyûm tayîn kirin. 8 salan li vir rêveberiya qeyûm hebû. Qeyûman li vir tiştek nehiştin. Xelfetiyê debara xwe bi fistiqan dikirin. Lê darên 50-60 salî hemû firotin. 800 parsel cih firotin. Îradeya Xelfetiyê xesp kirin. Her cara qeyûm tên tayînkirin em xurt dibin. Di 2016’a de dema qeyûm hatin tayînkirin birayê min hevşaredar bû. Piştre binçav kirin û du meh şûnde ez bûm hevsreoka navçeyê. Emniyeta vir got ‘me qeyûm tayîn kir, me hûn girtin hûn dîsa dibin şaredar?’. Min jî got ‘Her ku hûn zehmetiyan derdixin pêş me em xurt dibin.’ Bila êdî îradeya vî gelî xesp nekin. Ev navçe xweş bû, paqij bû, lê her cureyê qirêjiyê xistin navçeyê, tiryak kirin navçeyê.”   ‘Naxwazin ev der pêş bikeve’   Saniye Bayram bi lêv kir ku  di encama tayînkirina qeyûman de gelek pirsgirêk derketine holê û ev tişt  anî ziman: “Çend meh berê dîsa qeyûm tayîn kirin. Sektora vir wêran kirin. Her kes ketiye pey pereyê tarî. Kes ne îmarê ne ruhsatê dide. Ji ber Xelfetiya berê di bin avê de ma li vir Xelfetiyek nû ava dikin. Nahêlin ev der pêş bikeve. Lê ji roja qeyûm hatine tayînkirin em li mala xwe rûneniştine. Em li her derê qeyûman deşîfre dikin. Bila dest ji vir berdin, em ji gelê xwe re xizmetê bikin. Hilbijartinan de 5 hezar hilbijêr anîn vir. Me ew deşîfre kirin.”   ‘Me şûnde gav navêt’   Saniye Bayram di dawiya axaftina xwe de daxuyand ku tevî tayînkirina qeyûman wan xebatên xwe kolan bi kolan meşandine û di pêvajoya muzakereyê de divê gav bên avêtin. Saniye Bayram wiha dawî lê anî: “Ev saleke ev pêvajo hatiye destpêkirin. Hemû siyasetmedar di hundir de ne. Gelek girtiyên nexweş hene. Pêvajoyek hat destpêkirin, mijar birin meclîsê. Lê hîna gelek girtî di girtîgehan de ne. Gotin wê qeyûman şûnde bikşînin lê nekişandin. Bila me nexdapînin. 7-8 meh in qeyûm tayîn kirine. Me şûnde gav navêt. Em ji bo gelê xwe têdikoşin. Em nava gelê xwe de ne. Me 45 civîn kirin. Em bi her kesî re hatin gel hev. Me bedelên mezin dan. Êdî bila gav bê avêtin. Bila ev gel ji wan bawer bike.”