Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da Zehra Şehbaz 2025-10-26 13:21:42     NAVENDA NÛÇEYAN - Şaxa 1’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Reşdê ji ber sûcê ‘Bi komên li dijî rejîmê re hevkarî kiriye’ cezayê darvekirinê li girtiya siyasî Zehra Şehbaz Taberî birî.   Endezyara Kehrebeyê û endama Odeya Endazyarên Îranê Zehra Şehbaz Taberî ya 67 salî ya ji bajarê Reşdê, ji aliyê serokê şaxa 1’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Reşdê dozger Ahmed Dervîşguftar ve ji ber sûcên ‘Bi komên li dijî rejîmê re hevkarî kiriye’ tevî ku belgeyek şênber nîn e, mehkûmî darvekirinê hat kirin.   Danişîna girtiya siyasî hefteya borî bi riya konferansa bi dîmen pêk hat û pêvajoya darizandinê kêmî 10 deqeyan domiya. Di danişînê de parêzerek bi zorê ji bo Zehra Şehbaz Taberî hat tayînkirin. Her wiha hat diyarkirin ku pêvajoya îtirazkirina biryarê 7 roj e.   Zehra Şehbaz Taberî, di 28’ê Nîsana 2025’an de dema hêzên îstîxbaratê bi ser mala wê ya li Reşdê ve girtibûn de hat binçavkirin û sewqî girtîgeha Lakanê kiribûn. Di dema binçavkirinê de li malê lêgerîn hat kirin, dest danîn ser telefonên wê, kesek ê malbata wê û kompîterekê.    Zehra Şehbaz Taberî berê jî ji ber parvekirinên xwe yên aştiyane li ser medyaya dîjîtal hatibû girtin, piştî sê mehan di girtîgehê de ma, bi kelebçeya elektronîk hatibû berdan.