Ji bo Cansu Seferoglu şîn hat danîn 2025-10-21 16:35:50   AGIRÎ - Ji bo Cansu Seferoglu ya YJA Starê ku jiyana xwe ji dest da, li bajarê wê Bazîdê şîn hat danîn.    HPG'ê duh ragihand ku Cansu Seferoglu (Rehşan Ararat), endama YJA Starê, di 20'ê Adara 2018'an de koça dawî kiriye. Piştî daxuyaniyê, malbata Cansu Seferoglu li gundê Çalixa yê navçeya Bazîd a Agiriyê şîn danî. Cendermeyan rê nedan ku malbat ji mala sersaxiyê derkeve. Piştre sersaxî li mala malbatê hatin qebûlkirin.   MEBYA-DER; rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP); Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî); aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA); endamên Meclîsa Şaredariya Giyadînê û hevşaredar û gelek kesên din beşdarî şînê bûn û sersaxî ji malbatê re xwestin. Koma li gund dirûşma "Şehîd Namirin" berz kir.   Piştî kêliya bêdengiyê, Hevserokê DBP'ê yê Agiriyê Sebîh Kaya sersaxî ji malbatê re xwest.    Şîn li mala malbatê ya li gundê Çalixa berdewam dike.