Zarokan Roja Cîhanî ya Zarokan pîroz kir 2025-10-10 13:45:53   AMED - Zarokên li Navenda  Krêş û Lênihêrîna Rojane ya Perperike ya di bin banê Gerînendetiya Çand û Karên Civakî a Şaredariya Peyasê perwerdehiya pirzimanî dibin de, Roja Cîhanî ya Zarokan pîroz kirin.     Navenda Krêş û Lênihêrîna Rojane ya Perperike ku bi gelek zimanan perwerdehiyê dide, bi xwendekarên xwe yên biçûk re Roja Cîhanî ya Zarokan ku di hefteya yekem a Cotmehê de tê pîrozkirin, pîroz kirin. Zarokan bi vê boneyê wêne xêzkirin, daxwazên xwe li dara miradan daliqandin, govend gerandin û stran strandin.