'Bila dewlet berpirsyariyê bigire, bila qetilkirin rawestin' 2025-10-10 09:05:16   AMED - Jinên Rezan der barê qetilkirinên jinan yên zêde dibin û polîtîka bêcezahiştinê de axivîn û diyarkirin ku ji bo bidawîbûna qetilkirinan divê polîtîkayên diparêzin û pêşî li tundiyê digirin pêk bên.   Desthilatdarî bi salane êrişên li hember jiyan, destkeftî û mafên jinan didomîne. Yek ji van êrişan feshkirina peyaman Stenbolê bû. Jin têkoşîna xwe ya li dijî fehskirina peymanê didomînin û desthilatdarê vê carê 10 sal wek ‘sala malbatê’ îlan kir. Desthilatdarî jinan wek ‘dayik û hevjîn’ pênase dike û bi polîtîkayên xwe pêşiya qetilkirina jinan vedike. Li gorî çeteleya tundiyê ya Jinnewsê di 2025’an de 220 jin hatine qetilkirin û 166 jin bi guman jiyana xwe ji dest dane.    Jinên navçeya Rezan der barê  mijarê de ji ajansa me re axivîn.   ‘Em qetilkirinên jinan qebûl nakin’   Gulîzar Çaglar da zanîn ku ew qetilkirinên jinan qebûl nakin û wiha got: “Bila tu jin neyên qetilkirin. Bila xwedê mafê jinan ji mirovên xerab re nehêle. Em van qetilkirinan qebûl nakin. Divê li kujerên jinan cezayên herî giran bên birîn.”   ‘Berpirsyariyek mezin dikeve ser milê dewletê’   Şerîfe Bîrcan destnîşan kir ku heta zîhniyeta serdest ya mêr neguheriye wê qetilkirinên jinan jî bidawî nebin û wiha anî ziman: “Divê polîtîkayên ku jinan diparêze û pêşî li tundiyê digire pêk bê. Divê civaknas bikevin dewrê. Divê sedemên wê bên dîtin û li gorî wê riyek bê xêzkirin. Em li dijî her cureyê tundiyê ne. Berpirsyariyek mezin dikeve ser milê dewletê.”   Ewlehiya me tuneye   Jina bi navê Kismet Kaya jî daxuyakirin ku ewlehiya jinan tuneye û ev tişt bi lêv kir: “Qadên bêewle ji bo jinan pirsgirêkan ava dike. Ez wek xwendekar bi gelek pirgirêkan re têm rû hev. Dema bi şev bixwazim derkevim derve birayê min dibêje ez bi te re têm. Hem hevzayendê wan ewlehiya min ji destê min digire û hem jî bi armanca ewlehiya min bi min re tê. Ez salekê çûm dersxanê. Bi şev diçûm etutan. Saet di 23.00’an de derdiketim. Dema dihatim ji siya xwe ditirsiyam. Ewlehiya min tunebû. Welatê me xweşe lê mirov cuda ne.  Li gorî min hewcedariya jinekê divê bi mêr tunebe.”   ‘Ma divê ez bêm kuştin?’   Remziye Kaya jî anî ziman ku jin bi cil û berg û terza jiyanê hedef tên girtin û civak ne mêran jinan sûcdar dike. Remziye Kaya wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dijî van pirgirêkan divê wekheviya zayendî pêk bê. Mirov dibêjin ‘çi karê jinan wê saetê li derve hebû?’ Xwezî wisa nebûya û jin jî azad bûna. Gelek jin tundiyê dibînin, bêdeng tên hiştin, hepsê malê tên kirin. Mînak dixwazim dest ji mêr berdim lê 5 sale nikarim dest berdim. Gelo divê em bêm kuştin? Xwezî cezayên giran hebûna û gumanbar bihatana cezakirin. Hêviya min ev e ku tu zindî neyê qetilkirin û ji bo paşerojan zarokên xweşik bên gîhandin.”