Rewşa tenduristiyê ya girtiya siyasî Sumeye Reşîdî giran bû 2025-09-19 12:46:11     NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku rewşa tenduristiya girtiya siyasî ya kurd û aktivîsta Kampanyaya Mîlyonek Îmzeyan Sumeya Reşîdî ya li Îranê girtiye, girantir bûye.   Sumeye Reşîdî ya ku li Girtîgeha Veramîn Karçak a Tehranê tê ragirtin, ji ber rewşa wê ya tenduristiyê giran bû rakirin Nexweşxaneya Meftehê.   Sumeye Reşîdî di 24’ê Nîsanê de piştî hat binçavkirin, hat girtin. Malbata wê, diyar kirin ku rewşa wê ya tenduristiyê giran e û xetereyên cidî çêdike û ji ber vê xemgîniya xwe ya ji bo jiyana wê anîn ziman.   Sumeye Reşîdî di 26’ê Nîsanê de ji Navenda Binçavkirinê ya 15’ê Hezîranê ji bo beşa jinan a Girtîgeha Evînê hat şandin. Piştî êrîşa ku Îsraîlê di 23’yê Hezîranê de li ser Girtîgeha Evînê kir, wê şandin Girtîgeha Qerçekê.   Çavkaniyên nêzî wê, diyar kirin ku Sumeye Reşîdî di dema binçavkirinê de rastî tundiyê hatiye û bi mehan e ji serêş û pirsgirêkên fîzîkî pirsgirêk dijî.   Bijîşkan asta şiûra Sumeye Reşidî wekî 5 nirxandiye û hişyarî dane ku ger ev ast ber bi 3’yan ve dakeve, xetera mirinê gelekî cidî ye. Malbatê, destnîşan kir ku rayedar hewl didin vê rewşê weke “hewldana xwekuştinê” nîşan bidin.   Sumeye Reşîdî, berê di sala 2009’an de jî hatibû binçavkirin. Ew çalakvana Kampanyaya Mîlyonek Îmzeyan bû, yek ji xwendekarên jêhatî bû ku nehiştin ew di warê xebatên jinan de lîsansa bilind bixwîne.