Li Şengalê goreke komî hate dîtin 2025-09-19 09:41:16     ŞENGAL - Li Şengalê goreke din a komî hate dîtin. Li cihê gora komî nasnameya kesekî ji Sîba Şêx Xidir hat dîtin.   Gora komî doh dema şeniyên komelgaha Sîba Şêx Xidir di navbera komelgeha Sîba Şêx Xidir û nahiya Tilizêr de ax ji bo xaniyên xwe çêbikin bi kepçê bar dikirin, rasti cilûberg û hestiyên aîdê mirovan hatin. Di gora komî de nasnameya aîdê Seydo Ebas Çûko ku hemwelatiyê komelgeha Sîba Şêx Xidire û ji dema fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ve windaye di nav axê de hatiye dîtin.   Li Şengalê dema derketina gora komî hate bihistin, malbatên cangoriyên fermanê û saziyên sivil ên Şengalê hatin cihê gora komî. Malbat û berpirsên saziyên sivil ji hukumeta Federal a Iraqê xwestin ku demekî zûtir timên li ser gorên komî kar didin maşandin bên avakirin.   Hêzên ewlehiyê li derdora cihê ku tê texmînkirin gorek komî ya dema fermanê ye, bend kişane û çît dane.