Derbarê serhildana 'Jin jiyan azadî' de TJK-E daxuyanî da 2025-09-15 12:16:44   NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E'yê bi wesîleya salvegera 3'yemîn a serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" daxuyanî da û got: "Heta azadkirina jiyanê em bi hev re têkoşînê mezin bikin."    Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" di salvegera 3'yemîn de silav kir û ragihand ku veguherîna demokratîk û jiyana azad bi şoreşa jinê dibe. Di daxuyaniyê de di serî de Jîna Emînî hemû şehîdên ku di oxira azadiyê de canê xwe feda kirin, bi hurmet hatin bîranîn. Ji bo serxistina serhildana bi pêşengiya jinên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hate destpêkirin, banga têkoşîna hevpar hate kirin.   Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku qetilkirina Jîna Emînî ya ji ber nenixumandina serê xwe li gorî pîvanên diyarkirî hate qetilkirin, bû çirûska destpêkirina hêrsa gel û jinan a li tevahiya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û wiha hat gotin: "Gelan bi pêşengiya jinan bi hefteyan kolan neterikandin û bê tirs ji bo jiyaneke azad berxwedan mezin kirin. Tevgera serhildanê ku formula efsûnî ya Rêber Apo 'Jin, Jiyan, Azadî' ji xwe re kir dirûşm, di demeke kurt de pêl bi pêl li cîhanê blav bû û gerdûnî bû.   Serhildana Jin, Jiyan, Azadî" neqediya ye, hîn dewam dike. Di serî de jin û ciwan, gel li hemberî her cûre zilm û zextê ala jiyana azad bilind dikin. Rejîma Îranê bi êşkence, girtin û polîtîkayên darvekirinê hewl dide vê berxwedanê bişikîne. Bi hezaran kes bi hinceta ku tevlî serhildanê bûn hatin girtin, her roj mriov ji ber heman sedemê têne darvekirin. Bi dehan berxwedêr di bin gefa darvekirinê de ne. Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîf Mûhammedî ku bûn sembola têkoşîna şoreşa jinê ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, bi heman rengî bi gefa darvekirinê re rû bi rû ne. Rejîma Îranê hewl dide bi vî rengî wêrekî, hêvî û hêza jinan bişikîne.   Ji ber vê yekê di salvegera 3'emîn a serhildana Jin, Jiyan, Azadî de gelekî girîng e ku mirov li ber darvekirinan rabin. Weke TJK-E em piştgiriyê didin kampanya 'Na ji darvekirinê re, Erê ji jiyana azad re' ku ji bo bidawîkirina cezayê darvekirinê yê li Îranê hatiye destpêkirin. Em bang li jinan, rêxistinên civaka demokratîk û mafên mirovan dikin ku tevlî kampanyayê bibin û bi piştevaniyê jiyana pêşengên serhildana Jin, Jiyan, Azadî biparêzin."   TJK-E'yê bi wesîleya salvegera 3'yemîn a serhildana Jin, Jiyan, Azadî banga xurtkirina têkoşîna demokrasî û azadiyê ya bi pêşengiya jinên Kurd, Belûc, Fars, Ereb, Azerî û Lûr kir. Bi piştevaniya jinê li her cihê ku em lê ne em berxwedana xwe hevpar bikin û hêza xwe mezin bikin. Li ser vê bingehê em dengê xwe tevlî dengê jinên berxwedêr ên li zindanên Îranê Werîşe, Pexşan û Şerîfe bikin. Em careke din dibêjin berxwedana bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' neqediya; heta azadkirina jiyanê em bi hev re têkoşînê mezin bikin".