Dayikên Şemiyê: Edalet bi şikandina zincîra bêcezatiyê pêkan e 2025-09-06 13:47:43   STENBOL -Dayikên Şemiyê, ji bo Ayten Oztürk, ku 33 sal berê hate kuştin, daxwaza edaletê kirin û gotin, "Bêyî darizandin û hesabpirsînê, sîstemeke hiqûqî ya rastîn nayê sazkirin. Edalet dema ku zincîra bêcezatiyê were şikandin pêkan e."   Dayikên/Mirovên Şemiyê ku her hefte li Qada Galatasarayê dicivin da ku aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de winda bûne û hatine kuştin bipirsin û sûcdar bên darizandin, çalakiya xwe ya 1067'emîn li dar xistin. Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê bi qurnefîl û wêneyên xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin kom bûn. Dayikên Şemiyê, ku ji bo Ayten Oztürk ku 33 sal berê hate kuştin, kom bûn, careke din daxwaza edaletê kirin. Parêzer Jiyan Kaya di çalakiyê de daxuyaniya çapemeniyê xwend.   Jiyan Kaya diyar kir ku li Kurdistan û Tirkiyeyê lêpirsînek bi bandor li ser windakirinên bi zorê nehatiye kirin û kiryarên kesên ku di dema binçavkirinê de bi zorê hatine windakirin nehatine darizandin. Jiyan Kaya wiha dewam kir, "Dewletê erkên xwe yên di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de bi cih neanîne.  Li dijî binpêkirinan  pêkanînek bi bandor nehatiye kirin. Nêzîkatiyek hatiye pejirandin ku sûcdar û berpirsiyaran diparêze, ne qurbaniyan; hewl hatiye dayîn ku malbatên windayan bêdeng bikin û bitirsînin. Bêyî hesabpirsîna sûcên li dijî mirovahiyê, hiqûq û demokrasî tenê gotinên bêbingeh dimînin."   'Bi otomobîleke spî hat revandin'   Parêzer Jiyan Kaya ev tişt gotin: "Hidir Ozturk ku wekî şef li Îdareya Taybet a Bajar a Tunceliyê dixebitî, di Gulana 1992'yan de ji hêla Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Bajêr a Tunceliyê Mustafa Sabrî Yazgankiran bi rêya telefonî gazî wî hat kirin ku tevî keçen xwe bê qereqolê. Hidir Ozturk bi sê keçên xwe re çû alayê. Piştî axaftineke tehdîdkar, Albay Yazgankiran ji leşkerekî re got, 'Van bibin jêrê cem Mahmut Beg.' Bi rastî, 'Mahmut Beg' Mahmut Yildirim bû, bi navê kod 'Yeşil' ku ji bo MÎT û JÎTEM'ê dixebitî. Yildirim lher sê xwişkan da ber lêpirsînê û navnîşan û jimareyên wan ên telefonê wergirt. Piştî demeke kurt, du xwişk ku karmendên dewletê bûn, sirgûnî bajarên din hatin kirin. Keça Hidir Ozturk, Ayten Ozturk li kargeheke girêdayî Rêveberiya Taybet a bajarê Tunceliyê ya li Akpinara Mazgêrtê dixebitî. Ew piştî kar di êvara 27'ê Tîrmeha 1992'yan de, bi otomobîleke spî u çar kes tê de bûn, hat revandin."    'Mirî hat dîtin'   Jiyan Kaya bi bîr xist ku Ayten Ozturk di 8'ê Tebaxa 1992'yan de li Kartaltepe ya Karşiyaka ya Xarpêtê bi awayekî qetilkirî hatiye dîtin û got ku berî kuştina wê îşkence lê hatiye kirin. Kayayê bal kişand ser wê yekê ku di rapora otopsiyê ya Ozturkê de tu delîlên îşkenceyê tune bûne û got: "Otopsiyeke berfireh nehat kirin. Lêpirsîna ku hat vekirin zû bi dawî bû. Paşê, Fermandarê JÎTEM'ê Cem Ersever û endamê JÎTEM'ê Abdulkadîr Aygan diyar kirin ku Ayten Ozturk ji aliyê Yeşîl û ekîba wî ve bi Land Rovereke spî ya ku ji aliyê Waliyê Rewşa Awarte ve hatibû dayîn hatiye revandin û ew birine JÎTEM a Dîyarbekirê û piştî îşkenceya bi rojan hatiye înfazkirin. Ev îtîraf di çapemeniyê de jî hatin weşandin."   'Hewldanên hiqûqî bê encam man'   Jiyan Kaya diyar kir ku hewldanên hiqûqî yên malbata Ayten Oztur bêencam man û doz di sala 2022'yan de ji ber demboriyê hat rawestandin. Jiyan Kayayê wiha domand: "Kesên sûcdar çi dibin bila bibin, di dewletê de çi pozîsyona wan hebe bila hebe, heya neyên darizandin û hesab nedin, dê pergaleke hiqûqê ya rasteqîn neyê avakirin. Edalet tenê dema ku zincîra bêcezatiyê were şikandin dikare pêk were. Çiqas sal derbas bibin jî, em ê dev ji daxwaza edaletê ya ji bo Ayten Ozturkê û ji bo hemû windahiyên xwe bernedin."   Nameya ku bav Hidir OztUrk şand jî di çalakiyê de hat xwendin.    Piştî daxuyaniyê beşdaran qurnefîl danîn Qada Galatasarayê.