Hesabê X'ê yê Yenî Yaşamê hat astengkirin 2025-09-05 13:39:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Cara sêyemîn hesabê X'ê yê Yenî Yaşamê hate astengkirin.    Hesabê X'ê yê Rojnameya Yenî Yaşamê cara sêyemîn hate astengkirin. Tu hincet ji bo astengkirinê nehat nîşandan. Berê jî du caran hesabê Xê yê rojnameyê hatibû girtin.   Hesabê nû yê rojnameyê ev e: https://x.com/gazeteyeniyasam   Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê jî li ser hesabê xwe yê Xê nerazîbûn nîşanî astengkirina hesabê Yenî Yaşamê da û got ku ew ji sansurê re dibêjin na.