Berîtan Sarya: Bala gelên Sûriyeyê li Îmraliyê ye 2025-09-05 09:05:31   Derya Ren   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Berîtan Sarya geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got: “Bala gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, taxên Eşrefiye û Şêx Meqsût li Îmraliyê ye.”   Di meha kanûnê de rejîma Baasê hilweşiya û hikûmeta demkî ya Şamê hat avakirin. Ji roja hikûmeta Şamê ya Demkî hat destilatdariyê şûnde li hember baweriyên cuda jî hewldanên êrîşê pêk anîn. Di encama hewldana xebatên diyankirinê de hikûmeta Şamê ya demkî li hember li hember Elewî û Durziyan êrîş dan destpêkirin.   Gelê Elewî û Durzî ji hêzên parastina cewherî ya Rêveberiya Xweser îlham girtin û rêxistinên xwe ava dikin.   Rojnameger Berîtan Sarya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatan dimeşîne, der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.   ‘Bang ji bo demokratîkbûna herêmê bû’   Berîtan Sarya di axaftina xwe de da zanîn ku rêveberiya Şamê ya HTŞ’ê ji 8’ê Kanûnê de di rêveberiyê de ye û got: “HTŞ û SMO'yê hewldan li Şehba-Minbiçê pêş bikevin. Bi êrîşan Minbic dagir kirin.  Êrîşên Tişrîn-Qaraqozaxê kirin. Gel 8’ê Çileyê de piştgirî da û dawiya nîsane de agirbest ket dewrê. Ev têkildarî banga Abdullah Ocalan bû. Ev bang ji bo demokratîkbûna Kurdistan, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bû. Bêguman bandor li Sûriyeyê jî kir.”   ‘Li gorî peymanê tevnegeriyan’     Berîtan Sarya wiha dirêjî dayê: “Meha adarê de navbera QSD û hikûmeta demkî de peymanek hat kirin. Lê mixabin hikûmeta demkî ev pêk neanî. Piştî peymanê divê heyet û komîte bihata avakirin û şênber bibûna. Lê mixabin vê pêvajoyê de li gor peymanê tevnegeriyan. Bi taybet HTŞ û Tirkiyeyê xal neanîn cih. Hikûmet çawa hat dest bi komkujiyan kir. Komkujiya Elewî û Durziyan. Peymanê rawestandina qetlîaman esas digirt. Esasa îmzekirina peymanê demokratîkbûna Sûriyeyê bû. Beriya peymanê her roj êrîş pêk dihatin. Lê wê pêvajoyê de hatin rawestandin.”   Taxên Eşrefiye û Şêx Meqsût   Berîtan Sarya daxuyakirin ku pêvajoya dawî de di pêvajoya 15-20 rojên dawî de geşedanên girîng hene û wiha domand: “ Êrîşên SÎHA’yan rawestandin. Herî kêm 5 êrîş çêbûn. Tirkiyeyê rojên dawî de du êrîşên SÎHA’yê li dora Bendava Tişrînê pêk anî. Bi çekên giran êrîşê Til Temir û Til Leben kirin. Niha Şêx Meqsût û Eşrefiye ku piranî Kurd lê dijîn di bin dagirkirina HTŞ’ê de ye. Piştî peymana 10’ê Adarê di 1’ê Nîsanê de di navbera rêveberiya Şêx Meqsût û Eşfrefiye û Colonî de peyman çêbû. Li gorî peymanê wê rêveberiya Colonî divê neketibana hundir. Wê hêzên YPG û YPJ’ê ji herêmê veqetibana û parastin taxê ji hêzên elwehiya hundir re bihata hiştin. Lê demên dawî de peyman tê binpêkirin. Êrîş hene, tacîz hene, ambargoya xurek û sotemeniyê heye.”   ‘Moralê gel bilind e’   Berîtan Sarya da zanîn ku tevî hemû êrîşan moralê gel bilind e û got: “Li dijî her cureyê êrîşan xurt in û dikarin bersivê bidin. Bala Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, taxên Eşrefiye û Şêx Meqsût li Îmraliyê ye. Ji ber mîmarê Şoreşa Rojava Rêber Apo ye. Rêber Apo kedek mezin daye Sûriyeyê û Rojava.”   Li Siwêdayê komkujî didomin   Berîtan Sarya balkişand ser êrîşên li hember Siwêdayê û daxuyakirin ku komkujî li wir didomin û hîna bajar di bin dagirkirinê de ye û wiha domand: “Pirsgirêka xurek, derman, avê tê jiyîn. Lê li qadê têkoşînek heye. Bi planên HTŞ û Tirkiyeyê, dixwazin rêveberiyek despotîk bê avakirin. Li gorî xwe qaşo parlamento ava kirine. Rastiya gelekî ku bi salan e têdikoşe heye. Tecrubeyên mezin hatine bidestxistin, bedelên mezin hatine dayîn. Bi van tehdîdan qad ji wan re nayê hiştin.Tirkiye û hikûmeta Şamê peymana 10’ê Adarê wek tasfiyeya rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê digire dest. Ji bo pêkhatina entegrasyonê divê sererastkirina qanûnî bê kirin. Divê qanûn bên avakirin. Divê entegrasyon demokratîk be û azadiya jinê hebe. Azadiya jinê û demokrasî du esasên girîng yên rêveberiya xweser in. Entegrasyon ne teslimiyet e yekitiya cudahiyan e. Hikûmeta demkî hîna serdest nebûye radibe biryara hilbijartinê digire.”   Berîtan Sarya der barê heyeta ku bi pêşengiya Seroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed de çûne Şamê de jî axivî û wiha bi lêv kir: “Bi pêşengiya Îlham Ehmet heyetek çû Şamê. Demek dirêj bû ji xwe hevdîtinan de xitimandinek hebû. Ya ev xitimandin Şam û Tirkiye bû. Herî dawî wê li Parîsê muzakere bihata kirin û wê rayedarên rêveberiya xweser, QSD û hikûmeta demkî jî tevli bibûna. Lê bi mudaxaleya Tirkiyeyê hat astengkirin. Di hevdîtinan de çi hat axaftin em dizanin.”   Berîtan Sarya di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku tevî hemû van geşedanên girîng gel teslîm nabe û li aliyê din jî pergala xwe ava dikin û bi hev re di têkiliyê de ne. Berîtan Sarya wiha dawî lê anî: “Tevî êrîşan Durziyan li berxwe da. Tevî di bin dorpêçê de bûn, meclîs, komun, rêveberiyên siyasî ava kirin. Hêzên leşkerî kirin yek û hêza netewî ava kirin.”