'Divê Kurd bikaribin zimanê xwe biaxivin ku aştî jî pêk bê!' 2025-09-05 09:04:27   Gulistan Gulmuş   AMED - Dîlan Şeveş der barê astengkirina axaftina bi Kurdî ya Dayikên Aştiyê ya di 20’ê tebaxê de di komîsyonê de kiribûn de axivî û got: “Ger hebûn, ziman û çanda gelê Kurd bê qebûlkirin, wê samimiyet bê dîtin û girêdayê vê jî divê qanûn biguherin.”   ‘Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xuşk-Biratî û Demokrasiyê’ ku li TBMM’ê hat avakirin di 20’ê tebaxê de cara 5’emîn kom bûn. Di vê civîna ku 4 saet û nîvan berdewam kir de vê carê Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê û Nûnerên Rêxistinên Mafê Mirovan hatin guhdarkirin. Dayikên Aştiyê xwestin bi Kurdî biaivin lê serokê komîsyonê Nûman Kurtulmuş destûr neda vê. Tevî parlamenteran pêşniyar kir ku werger bê kirin Dayikên Aştiyê xwe bi zimanê xwe nikaribûn îfade bikin.   Ev astengî ji aliyê gelek sazî, dezge û partiyan ve hat rexnekirin û bertek hat nîşandan. Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) jî bertek nîşan da.   Mamosteya MED-DER’ê Dîlan Şeveş der barê astengkirin axaftina bi Kurdî de axivî.   ‘Înkara ziman û çanda gelê Kurd mijara gotinê ye’   Dîlan Şeveş balkişand ser pêvajoya ku piştî banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye hatiye destpêkirin û wiha got: “Pêvajoyek hat destpêkirin. Têkoşîneke ku gelê Kurd ev 50 sal in dimeşîne heye. Di encama têkoşîna Birêz Ocalan de em gihiştin encamekê û bi pêşengiya wî ev pêvajo hat destpêkirin. Di pêvajoyek wisa de muzakereyek du alî hat destpêkirin. PKK’ê çek, şewitandin. Piştî vê Dayikên Aştiyê di komîsyonê de cih girtin. Dayik bi laçikên spî tevlibûn. Lê zimanê wan hat astengkirin. Ev li hemû Kurdan hatiye kirin. Dixwazin zimanê Kurdan asteng bikin. Em vê nêzîkatiyê şermezar dikin û qebûl nakin.”   ‘Divê gelê me bibe xwedî statu’   Dîlan Şeveş  destnîşankir ku ji bo pêvajo baş bimeşe divê dewlet samîmî be û ev bang kir: “Aştî yek alî nabe. Divê her du alî di gavan de samîmî bin. Ger samimiyet hebe wê ronahî hebe. Ger hebûna gelê Kurd, ziman û nasnameya kurdan bê qebûlkirin, samimiyet hebe wê girêdayê vê qanûn jî biguherin. Divê her kes bibin xwedî maf ku aştî pêk bê. Em bang dikin, divê ev otoasîmîlasyon bisekine. Divê statu bê dayîn. Divê mafê perwerdehiya bi ziman bê dayîn.”