‘Sedema qetilkirina jinan polîtîkayên dewletê ne’ 2025-09-05 09:02:43   Evîn Çîftçî   STENBOL - Endama Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Meryem Şaîr, da zanîn ku sedema zêdebûna qetilkirina jinan polîtîkayên dewletê ne û û got: “Em ê li dijî van polîtîkayênsiyasî yên li hember jinan pêk tê têbikoşin.”   Jin li dijî zîhniyeta serdest a mêr bi salane têdikoşin. Jin ji bo jiyana xwe bidomînin têdikoşin û desthilatdarî li dijî vê têkoşînê qanûnên heyî pêk nayne û bi polîtîkayên bêcezahiştinê gumanbaran xurt dike. Jin li dijî van polîtîkayan li her qadê xwe rêxistin dikin û têdikoşin. Endama Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê Meryem Şaîr der barê qetilkirinên jinan de axivî û got sedema vê polîtîkayên ku dewlet pêk tîne ye.   Bi polîtîkayên bêcezahiştinê civaka serdest a mêr tê avakirin Meryem Şaîr di axaftina xwe de da zanîn ku qetilkirinên jinan roj bi roj zêde dibin û ev di encama polîtîkaya dewletê de pêk tê. Meryem Şaîr wiha domand: “Polîtîkayên bêcezahiştinê cesaretê dide gumanbaran. Di vê pêvajoyê de qetilkirinên jinan didomin û dewlet di alî pêkanîna qanûnan de sererastkirina qanûnan de tu tiştekî nake. Ev bi giştî ji bo hepskirina jinan a malê ye û dixwazin jin tenê bi rola dayiktiyê sînor bin. Li gumanbarên ku jinan qetil dikin li dadgehan ceza tê daxistin. Ev jî tê wateya ku jin tune tên hesibandin û bi polîtîkayên bêcezahiştinê gumanbar tên xelatkirin.”   ‘Olê bi kar tîne û zextan zêde dikin’   Meryem Şaîr di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku diyanet der barê jinan de fetvayan dide û bi armanca bikaranîna baweriya kesan, zextan li ser jinan zêde dikin. Meryem Şaîr ev nirxandin kir: “Sala malbatê nîşan dide ku qetilkirinên jinan zêde dibin û tevî vê mêr bê ceza tên hiştin. Ev jî nîşan dide ku dewlet ne jinê malbatê diparêze. Di sala malbatê de tu car wê piştgirî ji bo jinan neyê dayîn. Di fetvayên diyanetê de em dibînin. Diyanet olê bi kar tîne û zextan zêde dike. Em jin vê qebûl nakin. Ev polîtîkayek bi zanebûn e.”   ‘Pêvajoya aştiyê dikare bi jinan xurt bibe’   Meryem Şaîr destnîşan kir ku pêvajoya aştiyê bi jinan dikare xurt bibe û wiha dawî lê anî: “Wê têkoşîna me bidome. Kirdeya Aştî û Civaka Demokratîk jin in. Em wek rêxistibûna jinan a di hişmendiya vê de, dizanin ku ji bo pêşketina pêvajoyê divê pêşî li qetilkirinên jinan bê girtin û ev jî bi xurtbûna sazî û rêxistinên jinan pêkan e. Di vê mijarê de tişta bê kirin ev e ku komîsyon, saziyên femînîst ên jinan, rêxistinên jinan guhdar bike û fikr û nêrînan jê bigirin. Em jin li dijî van polîtîkayan têdikoşin. Em di hişmendiya vê de ne.”