Jinên Siwêdayê: Tecawizî jinan tê kirin, kolan tije cenaze ne 2025-07-18 12:19:42   Derya Ren   NAVENDA NÛÇEYAN – Aaliaal Kantatour, nişteciha bajarê Şuveydayê yê Sûriyeyê, ku hikûmeta Şamê komkujiyek lê pêk anî, diyar kir ku jin tên tecawizkirin û got, "Em îro sibê bi dengê çekan şiyar bûn. Û kolan tijî cenazeyên sivîlan in."   Hejmara qurbaniyan li bajarê Siwêdayê yê Sûriyeyê, ku hikûmeta demkî ya Şamê lê komkujî pêk tîne, her ku diçe zêde dibe, bêdengiya li hember komkujiyê ya li çaraliyê cîhanê balkêş e.   Ajansa me ji bo nîqaşkirina rewşê bi Aaliaal Kantatour re têkilî danî, ku hîn jî li Siwêdayê dijî.   'Destê jinekê jêkirin ji bo ku bazinê wê yê zêr bidizin'   Aaliaal Kantatour di destpêkê de wiha got:"Em rastî qirkirinê hatin. Komkujiyên hovane li dijî gelê me pêk hatin. Zêdetirî 500 Durzî bi destên sûcdarên Ewlekariya Giştî yên girêdayî Colanî şehîd bûn. Ew bi hinceta 'parastina ewlehî û aramiyê li Siwêdayê' ketin parêzgeha me, lê wan em kuştin û serjê kirin. Wan destdirêjî li jinên me kirin. Mal, dikan û wesayetên me şewitandin. Komkujiyên herî hovane li Siwêdayê hatin kirin. Destê jinekê jêkirin ji bo ku bazinê wê yê zêr bidizin. Em zêdetirî 12 saetan di malê de asê man. Wan avahiya me dorpêç kir û dest bi gulebaranê li avahiyê kirin. Em niha di bin dorpêçê de dijîn û ji pêdiviyên bingehîn ên jiyanê, wek elektrîk, av û xwarinê bêpar in. Dibe ku sibe yan dusibe depoyên xwarinê yê bajêr vala bibe."    Me vê sibehê çavê xwe li ser kelaşan vekir. Kolan tije bûbû ji cinazeyên sivîlan. Hin malbat, giştî endamên wê hatine kuştin.  Jin, zarok, mêr, ciwan, pîrekal.. komkujiyên mezin pêk hatine û êdî amarên fermî zehmet e werin derxistin niha lê bi tekezî dibêjim ku ji 500 zêdetir in jî û belkî gihaştibe hezar şehîdî. Em daxwaz dikin ku hemû sûc û bipêkirinên ku li Siwêdayê çêbûyî, werin belgekirin. Ez tekez dikim ku endamên 'Ewlehiya Giştî' ya Desthilata Şamê ev komkujî pêk anîne. Bi tang û topan ser me de hatin. Daxwaza min ew e ku Ehmed El Şara ji desthilatê were rakirin û di zûtirîn demê de were darizandin. Di heman demê de em dixwazin ku deriyekî mirovî navbera me û Urdunê de were vekirin ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî. Ne derman heye û ne jî şîrê zarokan heye. Eger ev dorpêç dewam bike, em ê ji tî û birçîna bimrin."