Ji TJA û DEM Partiyê atolyeya jinan 2025-07-13 20:34:19   ÎZMÎR - TJA û Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, bi jinan re di atolyeyên ‘bixwebawerî’ û ‘erbane’ de hatin gel hev.   Li Îzmîrê Tevgera Jinên Azad (TJA)  û Meclîsa Jinan a  Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Îzmîrê, li Çîgliyê atolyeya ‘bixwebawerî’, ‘erbane’ pêk anî. Endama Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Belkisa Suleymanoglu der barê atolyeyê de axivî û da zanîn ku hatina gel hev a jinan girînge û atoleya di vî alî de wê alîkar bin û gotin wê atolye  bidomin.   Piştre xebatên atolyeyan dest pêkirin.