Dayikên aştiyê: Baweriya me ya bi Birêz Ocalan bêdawî ye 2025-07-12 09:04:27   Şehrîban Aslan   AMED - Dayikên Aştiyê diyar kirin ku wan banga ‘aştiyê’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi kelecan pêşwazî kirine û got: “Xwîn xwînê nikare bişo. Aştî gotina Birêz Ocalan e. Baweriya me biya bi birêz Ocalan bêdawî ye.”   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27’ê Sibatê de banga ‘aştî û civaka demokratîk’ kir. Bangê li hemû Tirkiye û cîhanê deng da. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9’ê Tîrmehê de bangek din ya dîrokî kir. Peyamek bi dîmen şand û got PKK’ê têkoşîna çekdarî bidawî kiriye û banga demokratîkirina Tirkiyeyê kir. Peyama bi dîmen a Abdullah Ocalan ji bo avakirina aştî û civaka demorkatîk girîngiya ‘perspektîfeke enternasyonal a pozîtîf’ danî holê.   Dayikên Aştiyê Afîfe Kartal û Rahîme Çelîk der barê mijarê de axivîn.   ‘Bila dewleta Tirk destê aştiyê dirêj bike’   Dayika Aştiyê Afîfe Kartal got daxuyaniya bi dîmen a Abdullah Ocalan bi kelecan pêşwazî kiriye û got: “Ji bo bawerî bê afirandin divê Tirkiye destê aştiyê dirêj bike. Abdullah Ocalan destê aştiyê dirêj kir û divê destê aştiyê dirêjî Abdullah Ocalan bê kirin. Ez bang li dewletê dikim, bila ew jî destê aştiyê dirêj bikin ku aştî pêk bê. Em dibêjin aştî. Birêz Ocalan dibêje aştî, lê hîna balafirên şer radibin.”   ‘Bila dayikên leşker û polîsan jî dest dirêj bikin’   Afîfe Kartal wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gundên me hatin şewitandin. Zarokek min hat girtin. Yekî jiyana xwe ji dset da. Keça min şehîd bû. Bila tu dayik negirîn. Em banga Birêz Ocalan qebûl dikin. Ser seran ser çavan. Dema dayikên leşker û polîsan jî dest bidin me em ê aştiyê bînin. Em dixwazin ciwanên me azad bijîn. Bila zarokên kesî nemirin. Em dixwazin Birêz Ocalan azad bibe. Bila hemû dayik dayikên leşker, polîs û PKK’ê, girtiyan rabin ser piyan û laçikên spî dakevin qadan. Bila Abdullah Ocalan jî bigihêje azadiya xwe.”   ‘Divê aştiyek bi rûmet hebe’   Afîfe Kartal di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku ew bi gotina aştiyê ya Abdullah Ocalan bawer dikin lê hîna dewletê gavên şênber navêtine û wiha bi lêv kir: “Dibêjin bila gerîla Qendîlê terk bike. Wê biçin ku derê? Ev ne aştî ye. Ez bi Birêz Ocalan bawer dikim. Wekî din baweriya min bi kesî tuneye. Ez ê her tim girêdayê serokatiyê bim. Em aştiyek bi rûmet dixwazin. Xwîn xwînê nikare bişo. Aştî gotina Birêz Ocalan e. Em bi wî bawer dikin. Heta dawiya jiyana xwe ez ê aştiyê biparêzim.”   Dayika Aştiyê Rahîme Çelîk jî destnîşan kir ku piştî 26 salan şûnde dîtina dîmen û dengê Abdullah Ocalan bi wan re kelecan afirandiye û wiha vegot: “Em bi kêfxweşiyek mezin bangê pêşwazî dikin. Em bi Birêz Abdullah Ocalan bawer dikin. Em ji zarokên xwe bi hêvî ne. Wê aştiyê bînin. Daxwaza dayikan ev e. Dayik bi salan e dibêjin aştî. Wê dayik û Birêz Ocalan aştiyê bînin. Em naxwazin zarokên me bimrin. Em aştiyê dixwazin. Em kelecanî ne. Hêviya me heye.”