Li ser ekranan temaşekirina merasîma dîrokî 2025-07-11 14:55:58     NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê merasîma şewitandina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk ku li ser banga Abdullah Ocalan li dar xist, bi kelecaneke mezin temaşe kirin.    Koma Aştî û Civaka Demokratîk, li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Şikefta Casenê ya çolterê bajarê Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê merasîma şewitandina çekan li dar xist. Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê welatiyan ev kêliyên dîrokî li ser ekranên televîzyonê bi girseyî temaşe kirin.    Wan    Jinên ku li taxa Suphan a navçeya Artemêtê ya Wanê kom bûn, bi kelecanek mezin merasîma îmhakirina çekan a ku ji hêla Koma Aştî û Civaka Demokratîk ve hatî lidarxistin temaşe kirin. Dema temaşe kirin, giriyan. Dema temaşe kirin, hêviya xwe anîn ziman ku merasîm û gavên hatine avêtin dê bibin sedema aştiyê. Wan diyar kirin divê dewlet êdî gav bavêje.   Sêrt    Girseya ku li Eywana Denîz Poyraz a Rêxistina DEM Partiyê ya Sêrtê kom bû, ev kêliya dîrokî bi çepik û tililiyan û bi dirûşma "Bijî Serok Apo" pêşwazî kir. Dema dîmenên kêliya şewitandina çekan hatin weşandin, dayikên di şer de zarokên xwe winda kirin giriyan û li eywanê dirûşma “Bijî Serok Apo” olan da.    Êlih    Welatiyên li avahiya MEBYA-DER’ê ya Êlihê hatin gel hev, bi coşeke mezin ev kêliyên dîrokî pêşwazî kirin. Girseyê, bi dirûşma "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxedana zindanan” ev kêlî pêşwazî kirin. Dema dîmen hatin weşandin jî hêsir barandin. Jineke ciwan a ku xizmê xwe di nava koma çek dişewitandin de dîtî, ser hişê xwe çû.    Şirnex    Gelê navenda Şirnexê û navçeyê wê Cizîr, Hezex û Silopiyayê î bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê li rêxistinên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan hate gel hev. Dayikên Aştiyê, siyasetmedarên DEM Partî û DBP’î û welatiyên bi saetan beriya weşandina dîmenan li avahiyan kom bûn,  bi eleqe û mereqeke mezin dîmenên merasîmê temaşe kirin.    Mêrdîn    Di çarçoveya bernameya MEBYA-DER’ê de gelek welatî ji bo temaşekirina dîmenên merasîmê kom bûn. Welatiyên li avahiya MEBYA-DER a Qoserê kom bûn, bi kelecaneke mezin dîmen tameşe kirin.