Bedelên giran, têkoşîna bê navber û daxwaza hepvar 2025-07-11 09:07:15   Elfazî Toral   STENBOL- Yek ji dayikên Şemiyê Hanim tosun diyar kir ku tevî hemû êşê ew aştiyê dixwazin û got: “Hemû welat deyndarê dayikên şemiyê, dayikên aştiyê û hemû dayikan e. Riya aştiyê ji Qada Galatasarayê derbas dibe.”   Tirkiye bi polîtîkayên qirkirinê yek ji welatê ku herî zêde di pratîka binçavan de windakirin hat jiyînê ye. Bi taybet di salên 1980-1990’î de li Kurdistanê di binçavan de windakirin zêde bûn.   Têkoşîna bênavber a 30 salî   Mirovên-Dayikên Şemiyê ji bo xizmên xwe yên winda bi salane têdikoşin.Dayikên Şemiyê di 27’ê Gulan a1995’an de li Qada Galatasarayê hatin gel hev û saet di 12.00’an de çalakiya yekemîn pêk anîn. Ji wê rojê şûnde ev 30 sal e xizmên wêndayan li Qada Galatasarayê tên gel hev û têdikoşin.   Pêşengên têkoşînê: jin   Dayikên Şemiyê bi gotinên ‘em dest ji lêgerîna windayên xwe bernadin’ bi salane bi biryar têkoşîna xwe dimeşînin. Yekane daxwazek hevpar a dayikên şemiyê heye. Daxwaza wan pêkanîna aştî û edaletê ye.   Di beşa duyem a dosya xwe de em yek ji Dayikên Şemiyê Hanim Tosun ya 30 sal e têdikoşe guhdar dikin.   Hanim Tosun ji ber zextên dewletê warê xwe terk dike û li Avcilar a Stenbolê bi cih dibin. Hevjînê wê Fehmî Tosun di 19’ê cotmeha 1995’an de saetên êvarê de ji aliyê sê kesên cilên sivîl ve bi zor tê revandin. Hanim Tosum diçe qerekola Avcilarê û her tiştî vedibêje. Plakaya wesayîtê dide. Lê Hanim Tosun destvala vedigere. Hanim Tosun serî li ÎHD û gelek cihên din dide. Lê tu agahiyekê ji Fehmî Tosun nagire.   DDB’ê biryara binpêkirinê da   Hanim Tosun ji wê rojê de ye têkoşîna xwe bê navber dimeşîne. Ji bo aqûbeta hevjînê xwe bipirse di 1995’an de tevli çalakiyên dayikên Şemiyê ya Qada Galatasarayê bû.  Dayikên Şemiyê bi salan tevî hemû astengiyan têkoşîna xwe domandin. Bi astengiyan re hatin ru hev. Di hefteya 700’î de çalakiya wan hat qedexekirin. Biryara qedexekirinê di 2018’an de birin Dadgeha Destura Bingehîn. Dadgehê der barê biryara qedexeyê de biryara binpêkirina maf da.   Qada Galatasarayê bi salane di dorpêçê de ye. Xizmên windayan her hefte li pişt barîkatan aqûbeta xizmên xwe diprsiin.   Dayika Şemiyê Hanim Tosun got 30 sal wisa hêsan derbas nebûne û got: “Bi salane em bê navber têdikoşin. Bi salane em her şemî tên Qada Galatasarayê. Me pir caran zehmetî kişandin. Em êdî pîr bûn.  Lê wijdana me rehete. Hevjînê min Fehmî Tosun di 1995’an de hat binçavikrin. Li ber çavê min û zarokên min hat binçavkirin. Bi salane em çîroka xwe vedibêjin. Êşa me hîna teze ye.  Min serî li ÎHD’ê da. Dayikên Şemiyê jî nû li Qada Galatasarayê runiştibûn. Ez jî tevli bûm.”   ‘Sûcên dewletê kirin em li qadan tînin ziman’   Hanim Tosun got ew dest ji Galatasarayê bernadin û got: “Tirkiye çiqas înkar bike jî li ber Lîseya Galatasarayê cîhanê dengê me bihist. Me dest ji Galatasarayê berneda. Em dixwazin gumanbarên xizmên me bên dîtin darizandin. Dewlet çima arşîvan venake. Ev 30 sale em têdikoşin.Divê dewlet ji bo windayan demildest gavê bavêje. Windayên me di arşîva dewletê de ne. Em vê baş dizanin. Delwet deyndarê me ye. Deyndarê zarokên min e. Dewlet bixwaze 24 saetan de dikare çareser bike.  Em dest ji têkoşîna xwe bernadin. Tevî hemû êşan em aştiyê dixawzn. Em dixwazin aştî vê vî welatî. “