‘Em li dijî rejîma yek kesî ne’ 2025-07-09 09:04:30   MÛŞ-Jinên tevli mîhrîcana Gimgimê bûn der barê aştiyê de axivîn.   Jinên di mîhrîcanana ‘Bi jin, xweza û çanda azad re ber bi civaka demokratîk’ a Gimgim a Muşê de hatin gel hev der  barê pêvajoya aştiyê de axivîn û diyar kirin ku hêviya wan heye û divê dewlet gavê bavêje. Jinan her wiha diyar kirin ku ji bo girtî bên tahliyekirin û xwe bigîhinin mafê tenduristiyê divê gav bên avêtin.   Banga hevpar: Em aştiyê dixwazin   Remziye Bîrsîn:Gelek kes dibêjin em ê bên xapandin. Lê em nayên xapandin. Em yek bi yek tune kirin. Lê em hîn bêtir zêde dibin. Em ê pêvajoyê bi serkeftinê tacîdar bikin. Em dest ji vê dozê bernadin. Em li pişt gelê xwe ne. Em aştiyek bi rumet dixwazin.   Halîde Saribey: Em aştiyê dixwazin. Em naxwazin xwîn birêje. Em hemû xwişk û bira ne. Em aştiyê dixwazin.   Remziye Taş: Zarokên me li girtîgehan, li çiyan jiyana xwe ji dest dan. Bila êdî zarokên me nemirin. Em çareseriyê dixwazin. Em dixwazin girtiyên me bên berdan.   Fatma Tunç:Dewlet me dixapîne. Em bawer nakin. Di vê pêvajoyê de jî Kurdan mijul dikin. Hîna gavek navêtine. Ciwan di girtîhan de ne. Her kes perîşan û mexdur e. Em aştiyê dixwazin.   Revzede Can: Me zarokên xwe winda kirin. Me bedel dan. Girtyên nexweş hene dimirin. Malbat têdikoşin dibêjin zarokên me berdin. Me gelek êş dît. Em êdî naxwazin êşê bikşînin.