Li Gabarê şewat derket 2025-07-04 13:03:26   ŞIRNEX - Li Çiyayê Gabarê ku talankirina xwezayê lê didome, li deverên bi hinceta “ewlehiyê” hatine qedexekirin şewat derket.    Li qada daristanê ya Çiyayê Gabarê yê Şirnexê ku talan û texrîbkirina xwezayê lê didome, şewat derket. Ji ber ku cihên şewat lê derketî bi hinceta “ewlehiyê” hatine qedexekirin, tenê cerdevan, leşker û xebatkarên Hevkariya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) dikarin biçin van herêman.    Hat diyarkirin ku ji ber bayê, şewat di demekî kin de belav bû.