Di lêpirsîna Çeteya Fîksator de pêşketinek nû 2025-06-26 11:30:51   AMED - Di demek  ku lêpirsînek li ser hevkariya bijîşkan bi medîklfrojşan re û pêkanîna mudaxeleyên nehewce li ser nexweşan li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattin Eyyubi berdewam dike, hat diyarkirin ku Bijîşk Îbrahîm Ulusoy ji kar hatiye derxistin, û F.B., O.D. û U.A.O. ji bo nexweşxaneyên din hatine tayînkirin.   Di mehên dawî de, Bijîşk Yunus Turk, ku li beşa ortopediyê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattin Eyyubi ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê dixebitî, îdia kir ku bijîşk Îbrahîm Ulusoy û F.B., ku di heman beşê de dixebitin, bi medîkalfroşan re hevkarî kirine da ku mudaxeleyên nehewce li ser nexweşan bikin û fîksatoran bi kar bînin. Yunus Turk di derbarê mijarê de ji JINNEWS re axivî û îdia kir ku van bijîşkan bi zanebûn bi medîkalforşan  re li hev kirine û fîksator di bedena mirovan de bi kar anîne û bi vî rengî hem wan û hem jî medîkalfroşan pere qezenc kirine.   Lêpirsîn derbarê herdu aliyan hatiye destpêkirin   Hat diyarkirin ku mufetîşê ku piştî bûyerê hat nexweşxaneyê lêpirsînek daye destpêkirin. Serdoktorê nexweşxaneyê ku me berê li ser mijarê pê re têkilî danîbû, piştrast kir ku mufetîş lêpirsînek daye destpêkirin. Ji aliyekî din ve, her çend daxwaza me ya ku em di rojên dawî de dîsa bi serdoktor re hevdîtinê bikin nehatiye bersivandin jî yekîneya çapemeniyê ya nexweşxaneyê ragihand ku mufetîş di çarçoveya lêpirsînê de hefteyekê li nexweşxaneyê maye û dû re çûye Enqerê.   Hat gotin ku Odeya Bijîşkan ya Amedê li ser vê mijarê lêpirsînek derbarê bijîşkan de daye destpêkirin. Odeya Bijîşkan ku ragihand  lêpirsîn berdewam dike, her wiha lê zêde kir ku piştî îdia hatin bihîstin, rê li ber medîkalfroşan hatiye girtin ku bikevin odeyên emeliyatê yên nexweşxaneyê.   Bijîşk ji kar hatiye derxistin   Li gorî agahiyên ku ji hêla Bijîşk Yunus Türk ve hatine dayîn, Bijîşk Îbrahîm Ulusoy ji karê xwe hatiye derxistin, di heman demê de bijîşkên din F.B., O.D. û U.A.O. ji bo nexweşxaneyên din hatine tayînkirin.