Li Îdirê tundiya mêr: Du jin hatin qetilkirin 2025-05-28 20:03:03   ÎDIR- Li Îdîrê mêrê bi navê Mehmet Çakmakçi du xwişk hev  Elmas Çakmakçi û Hatun Çakmakçi qetil kir.   Li gundê Hacîaga yê navçeya Başan a Îdirê mêrê bi navê Mehmet Çakmakçi 2 jin qetil kir.Li gorî agahiyên hatine bidestxistin li gundê Hacîagayê di navbera hevjînên xwişkên hev Elmas Çakmakçi û Hatun Çakmakçi de ji ber nakokiya erd nîqaş derket. Piştî bûyerê gumanbar  Mehmet Çakmakçi hat gund û her du xwişk qetil kir.   Cenazeyên jinên ku hatin qetilkirin birin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdîrê û ji bo girtina Mehmet Çakmakçi jî lêgerîn dest pê kir.