Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bo Sirri Surreya Onder peyam 2025-05-03 20:59:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo endamê heyeta Îmraliyê û Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder peyama sersaxiyê parve kir.   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo endamê heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureya Onder peyama sersaxiyê şand.   Peyama Abdullah Ocalan wiha ye:    “Ji bo bîranîna birêz Sirri Sureyya Onder,   Bi wefata birêz Sirri Surreya Onder xemgiyek mezin di dilê me de runişt. Mirovekî pir bi nirx, ewladê rastîn yê gel bû. Kevneşopiya Anatolya û Tikmen ewladekî xwe yê mezin winda kir. Hemû civak û gelên erdnîgariya me rêhevalekî xwe yê mezin winda kir. Ez li hember bîranîna wî rêzdariyek mezin nîşan didim. Di 27’ê Sibatê de di hevdîtina me ya dawî de gotina dawî ya me li bangê zêde kir bi destê xwe nivîsî û xwest bixwîne. Ji bo jiyanek bi hev re ya aştiyane, kedkariyek wî ya mezin heye. Ji bo hemû geşedanên neyînî veguherîne erênîbûnê xwedî hunerek mezin bû. Nasnameya aştiyeke rastîn û çanda aştiyê bû.   Pir baş dizanibû ku wê aştî û pêvajoya aştiyê bi me bide qezenckirin. Ev hesreta wî ya herî mezin bû. Ev hêvî tu car nikare nîvco bê hiştin. Ji bo me hemûyan ya girîng ve ku vî rihî bibin aştiyê û bi navê Sirri Sureya Onder tacîdarkirine.   Ji bo malbat, dost, hezkirî û hemû gelê me sersaxiyê dixwazim.  Serê me hemûyan sax be.”