Rêveberiya Xweser bi boneya 1’ê Gulanê betlane ragihand 2025-04-29 14:03:09     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser 1’ê Gulanê bi boneya Cejna Karkeran a Cîhanê betlaneya fermî ragihand.   Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryarnameya 11’an derxist.    Di biryarnameyê de hate gotin, bi boneya Cejna Karkeran a Cîhanê, tevahî saziyên giştî yên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roja Pêncşemê (1'ê Gulana 2025'an) dikin betlane.   Her wiha hate diyarkirin ku saziyên giştî yên ku karê wan berdewamiyê dixwaze, di biryarnameyê de cih nagirin.