7 hezar zarok beşdarî ‘Şahiya Biharê ya Zarokan’ bûn 2025-04-22 20:39:00   AMED - ‘Şahiya biharê ya Zarokan’ ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve pêk hat û çar rojan berdewam kir bi dawî bû.   Bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şareredariyên navçeyan çalakiyên “Şahiya Biharê ya Zarokan” ên ku di navbera 19-22’ê Nîsanê de li seranserê bajêr 4 rojan hatin lidarxistin, bi dawî bûn. Nêzî 7 hezar zarok beşdarî çalakiyên bi coş hatin lidarxistin bûn û bi dilê xwe kêf kirin.   Roja çaremîn a şahiyan jî dîsa bi eleqeyeke mezin a zarokan li taxa Ferîdkoşkê ya navçeya Yenîşehirê û Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê pêk hat. Di çalakiya li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê de zarok beşdarî pêşandana anîmasyonê, tenîsa kortê, tenîsa masê, futbolê masê, dartê, kodkirina robotîk, atolyeya rîtm, resim, hunera ebru, drama û felsefeyê bûn.   Zarokên ku li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê bi çalakiyên bedenî û zihnî beşdarî pêşveçûna xwe bûn, li qada futbolê ya taxa Ferîdkoşkê jî ji bilî futbol, basketbol, rêya dîwarê hilkişînê, rêya xaniyê qubedar, rengizandina rû û çalakiyên muzîkê, bi govend gerandinê jî derfet dîtin ku bi dilê xwe kêfê bikin.