Qetilkirina jinekê û 2 mirinên bi guman 2025-04-22 11:55:19   NAVENDA NÛÇEYAN -  Li Wan û Balikesîrê mirinên bi guman a du jinan û li Kastamonuyê jî jinek hat qetilkirin.    Li Wanê Zehra Gultekîn û li Balikesirê jî Ayten M. bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan. Her wiha Elîf C. jî li Kastamonuyê hat qetilkirin.    Wan   Li navçeya Miks a Wanê, jian bi navê Zehra Gultekîn a 19 salî li qadeke vala mirî hat dîtin. Piştî ku hat agahdarkirin, ekîbên tenduristiyê û cendirme sewqî cihê bûyerê hatin kirin.   Cenaze ji bo karên otopsiyê birin Navenda Tipê ya Yuzuncu Yil Dursun Odabaşi ya Wanê. Diyar bû ku Zehra Gultekîn wê li Miksê were definkirin. Balikesir   Balikesîr     Ayten M. (75), ku li taxa Karesî ya Balikesirê dima û bi hefteyan e agahî jê nedihat girtin, li mala xwe bi awayekî gumanbar mirî hat dîtin. Li gorî agahiyên hatin wergirtin, dema Ayten M. bi hefteyane ji aliyê cîranên xwe ve nedihat dîtin, ji rayedaran re hat ragihandin. Polîs ketin hundirê malê û kûçikekî spî û kurê jinê S.M. dîtin. Ş.M. ê ku derî li kesî venekir, bersiv da polîsên ku jê pirsîn: "Dayika te li ku ye?" û got, "Li hundir radizê."   Dema hat diyarkirin ku jin miriye, kurê wê Ş.M. hat binçavkirin. Di mudaxaleya yekemîn a ekîbên tibî de ti lêdan an jî birîneke tûj nehat dîtin. Cenazeyê jina ku weke "mirina bi guman" hat qeydkirin, ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî.   Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.   Kastamonu    Duh Elîf C. li Kastamonuyê di mala xwe de di bin şert û mercên gumanbar de mirî hat dîtin. Piştî bêhna ku ji apartmanê tê ji polîs û ekîbên tenduristiyê hatin agahdarkirin, hat diyarkirin ku Elîf C. di encama lêdana tiştekî tûj de jiyana xwe ji dest daye.     Di çarçoveya lêpirsîna derbarê bûyerê de hat kirin de derket holê ku Elîf C. ji aliyê mêrê ku pê re hati zewicandî B.C ve hatiye qetilkirin. Kujerê Elîf C. hat girtin.