Li Xana Axparê bernameya fitarê 2025-03-27 21:35:11   AMED - Li navçeya Xana Axpar a Amedê bi sedan kes beşdarî bernameya fitarê ya ji aliyê MEBYA-DER’ê ve hat lidarxistin bûn.   Li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Navçeya Xana Axparê bi pêşengiya MEBYA-DER’ê bernameya fitarê hat lidarxistin. Di bernameyê de Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER), DBP û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) rêxistinên navçeya Xana Axparê û Hevşaredarên Xana Axparê jî amade bûn.   Di bernameya ku bi sedan kes beşdar bûn de duaya Mewlûda Kurdî hat xwendin.