Ji MEBYA-DER'ê li Qoserê bernameya fitarê 2025-03-25 21:23:54   MÊRDÎN - Li Qoserê MEBYA-DER’ê bi tevlibûna sedan welatiyî bernameya fitarê pêk anî.   Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Kesên Xizmên Xwe di Derguşa Şaristaniyan de Winda Kirine (MEBYA-DER) li Qoser a Mêrdînê bernameya fitarê pêk anî.Rêveberên DEM Partî û bi sedan welatî tevli bernameyê bûn. Di bernameyê de Mewluda Kurdî hat xwendin.   Hevseroka MEBYA-DER’ê Gurbet Tekîn axivî û got bila meha Remezanê û Cejn bibe wesîleya aştî, wekhevî û azadiyê.   Piştre hevserokên DEM Partî yên Navendê Nîlufer Elîk Yilmaz û Nîhat Gokalp axivîn.   Piştî axaftinan bername bi vekirina fitarê bidawî bû.