Li Wêranşar, Pirsûs û Hewagê Newroz: Em ê agirê azadiyê geş bikin 2025-03-19 13:32:58   RIHA - Li navçeyên Wêranşar, Hewag û Pirsûsê Newroz bi coşek mezin bi dirûşma "Bijî Serok Apo" hat pîrozkirin.    Li navçeyên Wêranşar, Hewag û Pirsûsê Newroz bi dirûşma "Rebertiya Azad Civaka Demokratik" û "Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk" bi coş hat pîrozkirin.    Wêranşar   Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê bi dirûşma "Rebertiya Azad Civaka Demokratik" û "Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk" Newrozê hat pîrozkirin. Parlamenter û siyasetmedar beşdarî pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahiya ku li Mazata taxa Şirnakê hat pîrozkirin. Qada pîrozbahî bi rengên kesk, sor û zer hat xemilandin û pankarta “Agiriya çaran bûye hezaran” hat daliqandin.    Welatiyên ku bi cil û bergên xwe yên neteweyî ketin qadê demek dirêj govend gerandin. Di pîrozbahiya ku dirûşma "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin de bername bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.    Dayika Aştiyê Fatma Akbaş di axaftina ewil de wiha got: "Newroza we pîroz be. Em bi buhayên mezin hatin vê rojê. Em li pişt biryara serokê xwe ne. Em ji Rêbertiya xwe bawer dikin. Em ê bi ser kevin." Endamê PM ya DBP'ê Tarık Yazigan jî wiha axivî: "Birêz Ocalan ev 26 sal in li Îmraliyê li ber xwe dide. Banga wî ji bo têkoşînê qonaxeke nû ye. Vê bangê hêviya me ya ji bo azadiyê mezin kir. Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan wê teqez bê misogerkirin."     Parlamenter Dîlan Kunt Ayan jî wiha xitabî gel kir: "Di salên 1990’î de li Wêranşarê bi berxwedaneke mezin agirê Newrozê hat pêxistin. Li dijî hemû zextan ev kolan veguherandin qadên Newrozê. Em bi bedelên giran hatin îro. Me serî netewand, me li ber xwe da û hatin roja îro. Birêz Ocalan di 27’ê Sibatê de agirê Newroza 2025’an li Îmraliyê pêxist. Em ê vî agirî gur bikin. Silav li kesên ku ev roj diyarî me kirin. Gelek hevalên me di girtîgehê de ne, silav li Leyla Guven û Emrullah Cin. Ruhê Îbrahîm Ayan sax be, ev gel wê têkoşîna we mezin bike."   Piştî axaftinan agirê Newrozê bi pêşengiya Dayikên Aştiyê bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” hate pêxistin. Pîrozbahî bi gerandina govendê ya bi stranên Kurdî ji aliyê Kolektîfa Rîtmên Azad ve bi dawî bû.   Hewag      Li Hewagê li taxa Yalaxê Newroz li Garaja Şaredariyê bi coşek mezin hat pîrozkirin. Kêfa welatiyan ku bi cil û bergên xwe yên neteweyî govend gerand, kêliyekê jî kêm nebû. Girseyê bê navber dirûşma "Jin jiyan azadî", "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin û govend gerandin.   Beriya axaftinan meşa Çerxa Şoreşê hate xwendin. Piştre Hevserokên Navçeya Hewagê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Îslim Dogan û Bahrî Yildirim axivîn û xwestin ku Newroz bibe wesîleya aştî û azadiyê.   Dayika Aştiyê ya Edalet Şahîn Newroz li hemû kesî pîroz kir û got: "Em dixwazin ev Newroz bibe Newroza aştî û azadiyê. Bila ev aştî di zûtirîn dem de pêk were û ev xwîn bi dawî bibe. Êşa her dayikê wê bibe heman. Em silavên xwe ji hemû girtiyên li girtîgehê re dişînin."   Herî dawî Parlamenter Alî Bozan diyar kir ku piştî 13 salan li Hewagê pîrozkirina Newrozê gelekî girîng e. Alî Bozan, diyar kir ku çiqas zext li ser Kurdan bên kirin jî ew her tim Newrozê pîroz dikin û got, "Ji ber ku Abdullah Ocalan bi salan li Girava Îmraliyê bang kir, Newroza îsal xwedî wateyeke cuda ye. Destûr nedan malbat û parêzerên wî. Lê bi saya têkoşîna Gelê Kurd gel dibêje 'Bê Serok jiyan nabe'. Gelê Kurd û dostên wan azadiya Birêz Abdullah Ocalan dixwazin, lê niha em Newroza Birêz Abdullah Ocalan pîroz dikin."   Piştî axaftinê timî dirûşma "Bijî Serok Apo" hat berzkirin, pankarta "Her tişt ji bo Kurdistanê parçekî welat" û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadan hatin vekirin.   Piştî axaftin bi dawî bûn, di dema pêxistina agirê Newrozê de dirûşma "Bijî Newroz" hate berzkirin. Pîrozbahî bi stranên hunermendên herêmî yên li ser dikê û gerandina govendê bi dawî bû.     Pirsûs      Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi heman dirûşme pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rihayê Omer Ocalan û Ferît Şenyaşar, aktîvîstên Tevgera Jinen Azad (TJA), Hevşaredarên Pirsûsê Ayten Kaya û Muslum Baran, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê û gelek welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn.   Jin û ciwanên ku hatin qada ku ji her aliyê ve bi alên kesk, sor û zer hatibû xemilandin, di saetên serê sibehê de bi cil û bergên xwe yên neteweyî qad tijî kirin.   Li qadê timî dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin, bi stranên kurdî govend hatin gerandin. Pîrozbahiyê bi silavkirina Komîteya Amadekar a Newrozê, Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Pirsûsê Mahîr Bûlbûl û Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aişeoglû destpê kir.   Endamê Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê Meyaser Korkmaz di axaftina xwe de bal kişand ser "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Em bi hev re vê pêvajoyê hembêz bikin. Ev firsend e. Lê agirbest yekalî nabe."   Parlamenter Omer Ocalan û Ferît Şenyaşar jî di pîrozbahiyê da axivîn û bal kişandin ser peyama Abdullah Ocalan.    Piştî axaftinan Dayikên Aştiyê agirê Newrozê pêxistin. Piştî agir hate pêxistin pîrozbahî bi govenda muzîkê ya hunermend Kadîr Çat berdewam kir.    Pîrozbahî bi tilîlî û dirûşmeyan bi dawî bû.