Meclisa Kongra Star: Berxwedana gelê Kobanê dê bidome 2025-03-18 11:45:47     NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Kongra Star bi bi daxuyaniyekê îşaret bi komkujiyên li peravên Sûriyeyê û komkujiya li Berxbotanê kir û diyar kir “Berxweana Kobanê û ya pêkhateyên Sûriyeyê dê bidome.”   Meclisa Kongra Star daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Kuştin û qirkirina dagirkeriyê ya li ser sivîlan bê navber berdewam dike. Êrişa li ser Kobanê di salvegera Komkujiya Helebceyê de, dewleta Tirk a qirker qetlîameke din li dîroka Kurdan zêde kir. Dewleta Tirk a qirker bi bombebarana li bajarê Kobanê li navçeya Berxbotanê malbateke ji 9 kesan qetil kir û 2 kes ji birîndar bûn. Dewleta Tirk a qirker ji bo ku berxwedana gelê Kobanê bişikîne bê navber kuştina zarok kal û pîran û jin û zilaman pêk tîne û bi van êrişan dixwaze vîna gelê Kobanê û tevahiya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bişikîne.”   Di dewamiya daxuyaniyê de îşaret bi polîtîkayên desthilata Şamê jî hate kirin û hate gotin: “Komkujiyan li dijî gelê elewî her ku diçe zêdetir dibe, diyar e ku deshilata Şamê di hişmendiya rejîma Baasê tu encam dernexistiye.”   Her wiha hate gotin: “Em wekî Kongra Star ew êrişên hovane yên li ser gelan û bêdengiya cîhanê li hember van êrişan şermezar dikin û em tu carî van êrişan qebûl nakin. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Wê berxwedana gelê Kobanê û gelên Sûriyeyê berdewam bike.”