Şêniyên kantona Firatê li dijî komkujiyan meşiyan 2025-03-17 15:58:11     NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên kantona Firatê li dijî komkujiyan meşiyan û komkujî şermezar kirin.   Şêniyên kantona Firatê, komkujiyên ku dewleta Tirk li hember sivîlan pêk tîne, bi meşekê şermezar kirin.   Gel li Qada Jina Azad a Kobanê li hev kom bû û li wir dest bi meşê kir. Meşê heta Qada Şehîd Ehîd dewam kir.   Li wir berdevka Însiyatîfa Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Kantona Firatê Eyşe Efendî sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û diyar kir ku ew ê li dijî êriş û komkujiyên dewleta Tirk li ber xwe bidin û têbikoşin.   Eyşe Efendî da zanîn ku gelê Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ`ê têkoşiya û çete têk birin û ev tişt anî ziman: "Gelê Kobanê bi hemû hêza xwe li dijî teror û çeteyên DAIŞ`ê têkoşiya û ew di Kobanê de şikandin. Gelê Kobanê layîqî azadî û aştiyê ye. Dewlet Tirk a dagirker duh li Kobanê komkujiyek li dijî sivîlan pêk anî. Em wê hovîtiya dewleta Tirk şermezar dikin. Divê êdî her kes rabe ser pêyan û ji dewleta Tirk re bibêje êdî bes e.”   Eyşe Efendî di dawiya axaftina xwe de got: "Em xwedî hêz in, ji ber ku me hêz, bawerî û vîna xwe ji şehîdên xwe girtiye, lewre tu kes nikare me tune bike. Em tu carî bi komkujiyan tune nabin û em ê li ber xwe bidin heta dawiyê.”   Meş bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.