Li Şemrexê agirê Newrozê ji bo azadiyê hat pêxistin 2025-03-17 15:13:37   MÊRDÎN - Di pîrozbahiya Newrozê ya ku li Şemrexê hat lidarxistin de jin û ciwan bi cil û bergên xwe yên neteweyî qad tijî kirin. Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altin di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya azadiya jinê û siyaseta demokratîk û got, "Di pêşengiya jinan de divê ev agirê Newrozê ji bo azadiyê pê bikeve."   Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Beriya pîrozbahiya Newrozê ya li navenda bajêr bê lidarxistin, pankarta "Jin Jiyan Azadî" û "Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk" li qadê hatin daliqandin. Di pîrozbahiya Newrozê de hejmara jinên ciwan ên bi cil û bergên xwe yên neteweyî hatin qadê bal kişand. Bi stran û dirûşmeyan govend hatin gerandin.    Di pîrozbahiya ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane de, hevşaredarên Şaredariya Şemrexê Hemdîn Demîr û Kudret Uçuk, rêveberên bajar û navçeyan ên DEM Partiyê û piştre Komîteya Rêxistinkirinê gel silav kirin.   Piştî silavan Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altin di destpêka axaftina xwe de Newroza gel pîroz kir û wiha got: “Di 27’ê Sibatê de bangawaziya ku wê dîrokê biguherîne hat kirin. Di vê bangê de peyamek ji bo jinan hebû. Birêz Ocalan azadiya civakê bi azadiya jinê ve girê dide. Heta ku jin azad nebe û jiyana xwe bi destê xwe negire civak azad nabe. Lewma divê ev agirê Newrozê ji bo azadiyê pê bikeve.  Agirê Newrozê wê bi pêşengiya jinan geş bibe. Lewma ji her kesî zêdetir Newroz li jinan pîroz be.”   Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin û piştî pêxistina agirê Newrozê şahî bi stran û govendê berdewam kir.