Newroza Hezoyê: Birêz Ocalan mifteya aştiyê eşkere kir 2025-03-17 14:35:32     ÊLIH - Di pîrozbahiya Newrozê ya ku li navçeya Hezoyê hat lidarxistin de hat destnîşankirin ku divê guh bidin banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.   Li navçeya Hezo ya Êlihê bi dirûşmeya “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk/Rêbertiya Azad a Civaka Demokratîk” şahiya Newrozê hat lidarxistin. Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncu û Şaredarê Êlihê Yeşîl Işik ku li şûna wî qeyûm hat tayinkirin, welatî bi cil û bergên xwe yên kesk û sor û zer beşdarî şahiyê bûn. Di pîrozbahiya ku bi pêşengiya ciwan û jinan pêk hat de, ciwanan pankarta “Oxlim bawê we nikaribû” vekirin. Girseyê bi coşeke dirêj govend gerand.   Komîteya Amadekar a Newrozê derket ser dikê û gel silav kir. Komîteyê Newroz hem li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hem jî li gel pîroz kir.   'Kîlîda çareseriyê di destê Birêz Ocalan de ye'   Hevseroka DEM Partiyê ya Elihê Songul Korkmaz bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de şandiye û destnîşan kir ku Newroza 2025'an ji ber vê yekê gelekî girîng e. Songul Korkmaz got, “Banga aştî û civaka demokratîk a birêz Ocalan hebû. Weke gelê Kurd divê em li pişt peyama birêz Ocalan bin biparêzin. Weke jin pêwîst e em peyama Birêz Ocalan mal bi mal vebêjin. Em dizanin ku birêz Ocalan mifteya aştî û çareseriyê bi awayekî zelal eşkere kiriye." Songul Korkmaz destnîşan kir ku divê dewlet jî gavekê biavêje.   'Rêya çareseriyê hat vekirin'   Zeynep Oduncu diyar kir ku gelê Kurd sed sal in ji bo jiyaneke bi rûmet têdikoşe û got, “Em banga yekîtiyê dikin. Birêz Abdullah Ocalan dibêje 'Em azadiyê dixwazin, şer naxwazin'. Rêya çareseriyê vebû, em ji bo çareseriyê li her derê dengê azadiyê bilind dikin." Zeynep Oduncu, diyar kir ku li hemberî vê yekê dewlet êrîşên xwe didomîne û got, "Bila şer raweste, bila qetlîam nebe, bila aştî û yekîtî li çar parçeyên Kurdistanê û Tirkiyeyê pêk were. Ji ber vê yekê me navê Newroza 2025’an kir azadî. Em azadiyê dixwazin. Ji ber vê yekê divê her kes guh bide dengê ku ji Îmraliyê tê. Divê gelê Kurd, ciwan, jin, her kes berpirsyariya azadî û aştiyê bi cih bîne. Li her bajar, qad û kolanekê çareserî pêwîst e. Ji ber vê yekê em ji kesên şer dixwazin re dibêjin: Hûn nikarin bi komkujî û şeran me biqedînin. Em ji mirinê mezintir in û em hene."    Piştî axaftinan agirê Newrozê bi dirûşmeyan hat pêxistin.   Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.