'Bila dengê Abdullah Ocalan li hemû qadan bê bihîstin' 2025-03-17 13:19:21   AMED - Di pîrozbahiya Newroza Erxeniyê de ku bi coşeke mezin hat pîrozkirin, hat destnîşankirin ku Newroza îsal cuda û watedar bû û hat destnîşankirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo aştiyê dengê bi rûmet bilind kiriye û divê ev deng li hemû qadan bê bihîstin.   Pîrozbahiya Newrozê li qada Otogara kevin a navçeya Erxeniyê ya Amedê bi dirûşmeyên "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk Newroz" hat lidarxistin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê Adalet Kaya, Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Rêxistinên DEM Partiyê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên bajar û navçeyan, hevserokên şaredariyên navçeyan, endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek kes tevli pîrozbahiyê bûn.    Ji bo pîrozbahiyê gelê navçeyê bi cil û bergên xwe yên neteweyî, tilîlî û dirûşmeyan qad tijî kir. Qada ku pîrozbahî lê hat lidarxistin, ji 7 salî heta 70 salî her kes lê amade bû. Qad bi alên DEM Partiy3e hat xemilandin. Li vir gel bi def û zurneyê govend gerand.   Beşdaran di destpêka pîrozbahiyê de li ser dikê gel silav kirin û Newroz li welatiyan pîroz kirin.   'Sal wê bibe sala aştî û azadiyê'   Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sultan Yaray diyar kir ku sala 2025'an wê bibe sala azadiyê û got, " Em dizanin ku têkoşîna Kurdan wê bigihêje armanca xwe. Sala 2025’an wê bibe sala aştî û azadiyê. Ger civak azad nebe kes azad nabe. “Ez we û birêz Ocalan keda aştiyê silav dikim."   'Ev daxuyanî derfeteke mezin e'   Piştre Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û bal kişand ser girîngiya banga Abdullah Ocalan û got, “Weke hûn jî dizanin Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand. Ev daxuyanî ji bo her kesî firsendeke mezin e. Pêdiviya her kesî bi aştî û demokrasiyê heye. Ji ber vê yekê Newroza îsal bi watetir e. Îro li gundê Kobanê bi SÎHA’yan komkujî hat kirin. 9 mirovên me hatin qetilkirin. Em vê yekê şermezar dikin."   'Dema mezinkirina têkoşîna me ye'   Endama PM'ê ya ESP'ê Beycan Taşkiran diyar kir ku Abdullah Ocalan dengê aştiyê yê bi rûmet bilind kir û got, "Em Newroza Azadiyê bi rêzdarî û hezkirin silav dikin. Niha dengê aştiya bi rûmet e. Em Newrozê silav dikin."   'Em ji her demê bêhtir nêzî aştiyê ne'   Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya diyar kir ku Newroza îsal bi watetir e û got, "Em ê berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Vê têkoşînê felsefeya jinê ya 'Jin jiyan azadî' bi hemû cîhanê re da zanîn. Jinên îroyîn Kawayên sedsalê ne. Kawa wê rê li ber avakirina civaka azad veke. Em ê civakeke demokratîk ava bikin. Jin wê pêşî banga birêz Abdullah hembêz bikin û berfireh bikin. Ez bi çepik û tilîliyên we Newroza tevahî Rojhilata Navîn û Newroza Birêz Abdullah Ocalan pîroz dikim."   Piştî axaftinê agirê Newrozê ji aliyê dayikan ve hate pêxistin û ji qadê dirûşma "Bijî Serok Apo" hate berzkirin.   Piştî ku welatiyan bi dirûşmeyan li dora agir govend gerandin, şahî bi stranên hunermend Hozan Şervan berdewam kir.