Piştî DAIŞ’ê vê carê jî Tirkiyeyê êriş kir 2025-03-17 12:59:35     RIHA - 10 sal berê li gundê Berxbotan ê Kobanê di êrişên çeteyên DAIŞ'ê de 23 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, piştî 10 salan vê carê jî di êrişa balafirên bê mirov ên dewleta Tirk de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.   Gundê Berxbotan ku DAÎŞ’ê piştî têkçûna Kobanê êriş kir, piştî 10 salan careke din bû hedefa Balafirên Keşfê yên Bêmirov ên Çekdar (SÎHA) ên Tirkiyeyê. DAIŞ'ê 10 sal berê li gund 23 kes qetil kir, vê carê jî dewleta Tirk di êrişa bi dronan de ji heman malbatê 9 kes ku di nav de dê û bav û zarok jî hebûn qetil kir, her wiha 2 zarok jî birîndar bûn.   Gundê Berxbotanê 27 kîlometre Kobanê ye û dikeve aliyê başûrrojavayê Kobanê. Li gund 120 malbat dijîn û piraniya malbatan debara xwe bi çandî û xwedîkirina heywanan dikin. Gund yek ji cihên ku di sala 2014 'an de bi çalakiya çeteyên DAIŞ'ê ya li herêmê re bû hedefa êrîşan. DAIŞ'ê di sala 2014'an de bajarê Mûsilê yê Iraqê dagir kir û di 15'ê Îlona 2014'an de bi desteka Tirkiyê û gelek welatên herêmê êrîşî herêma Kobanê kir.   Wê demê DAIŞ’ê gundê Berxbotanê jî di nav de bi giştî 350 gund dagir kiribû û êrişî navenda Kobanê dikir. Berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê li hemû cîhanê deng veda. Berê hemû kesî li Kobanê bû û navenda bajar 26’ê Çileya 2015’an de ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin.    Ev serkeftin bû û bi taybet bi rizgarkirina navenda bajarê Kobanê û gundên wê destpêka bidawîbûna DAIŞ'ê û alîgirên çeteyan.    Hêzên YPG-YPJ'ê ku bajarê Kobanê û gundên wê ji DAIŞ'ê rizgar kirin, li Minbicê operasyonên xwe yên li dijî DAIŞ'ê dewam kirin. Di vê navberê de DAIŞ'ê têkçûn nehesibandibû û bi rêbazên herî hovane di 25 'ê Hezîrana 2015'an de êrişî navenda Kobanê kir.   Hedefa yekemîn a DAIŞ'ê gundê Berxbotan bû û li vê derê 23 kes kuştin. Her wiha li gundên Zerik û Girê Sêvê yên Kobanê komkujî pêk anîn.   Endamên DAIŞ'ê ku cilên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kobanê li xwe kirin, ketin navenda bajêr û êriş pêk anîn. Di êrişan de bi giştî 272 kes hatin qetilkirin û bi sedan kes birîndar bûn. Bi destwerdana hêzên YPG-YPJ'ê re, çeteyên DAIŞ'ê yên êrişî bajêr kirin hatin paqijkirin.   Piştî 10 salan vê carê jî Tirkiyê êrişî gundê Berxbotan kir. Di şeva 17 'ê Adarê saet di 00:40 de, çend roj beriya pîrozbahiyên Newrozê, droneke Tirk û çekên giran êrişî malbateke li navbera gundên Berxbotan û Qomiçî dijîn kirin.   Di encama êrişê de ji heman malbatê 9 kes mirin ku dê û bav û zarok jî di nav de hene û 2 zarok jî birîndar bûn.