DEM Partiyê komkujiya li Kobanê şermezar kir 2025-03-17 11:48:36     ENQERE - Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê komkujiya li Kobanê bi zimanekî tund şermezar kir û got, 'sabotaj' e.   Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê komkujiya li Kobanê şermezar kir û got, "Em bi xemgînî û hêrseke mezin pê hesiyan ku li gundê Berxbotan ê Kobanê di êrîşa SÎHA de ji heman malbatê dayik, bav û 7 zarok hatin qetilkirin, 2 kes jî birîndar bûne."   DEM Partiyê diyar kir ku ev komkujî sûcê şer e ku wijdanê mirovahiyê êşandiye û got, "Em êşa windahiyên xwe ji kûr ve hîs dikin û hêvî dikin ku birîndar di dema herî kurt de baş bibin. Vê êrîşa li derveyî mirovahiyê bi tundî şermezar dikin. Bi feraseteke siyasî ya ku her cûre şer red dike, em destnîşan dikin ku divê kiryarên vê êrîşê tavilê hesab bidin.   Di demekê de ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hikumeta Şamê ya demkî re peyman mohr kiriye, li dijî her cûre êrîşan biryareke fermî hatiye wergirtin, rûdana vê bûyerê tesadufî nîne; hewldaneke bi zanebûn a ji bo zêdekirina aloziya li herêmê û têkbirina hêviyên ji bo aştiyê ye. Weke ku Birêz Ocalan beriya niha işaret pê kiribû, hewldaneke sabotajê ye.   Em ji wan kes û hêzan dipirsin ên ku timî hewl didin atmosfereke gef û êrîşê ya li derveyî sînor biafirînin: Gelo zarokên hatin qetilkirin gefa li ser ewlekariyê ye? Em qetilkirina zarokan û sivîlan ti carî qebûl nakin!"   Di daxuyaniyê de bang li desthilatdariya AKP'ê hate kirin ku têkildarî qetilkirina sivîlan tavilê daxuyaniyê bide û vî sûcê nemerdane eşkere bike.   DEM Partiyê diyar kir ku ji bo tespîtkirina berpirsyaran û hesabpirsînê wê têkoşîna xwe dewam bikin.