Li qadan coşa 'Newroza Civaka Demokratîk' 2025-03-17 10:54:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Agirî, Manisa, Şirnex, Wan, Sêrt, Amed, Riha, Mûş, Colemêrg ve Mêrdîn bi coşek mezin Newroz tê pîrozkirin.    Îsal pîrozbahiyên Newrozê bi dirûşma "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk" tê pîrozkirin. Pîrozbahî bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) pêk tê.    Li Panosa Agiriyê, Manîsa, Li Hezexa Şirnexê, Erdîşa Wanê, Misircê ya Sêrtê, Erxeniya Amedê, Sêwerega Rihayê, Gimgima Mûşê, Çelêya Colemêrgê, Şemrexa Mêrdînê û li gelek navenda pîrozbahî pêk tê.