Li hember destûra desthilata Şamê meş 2025-03-15 14:12:08   NAVENDAN NÛÇEYAN - Jinên ji kantona Cizîrê bi pêşengiya Kongra Star, helwesta xwe li hemberî destûra li Sûriyeyê hatiye derxistin nîşan dan. Di meşê de jinan got “Destûra ku îradeya jin tune dihesibîne, nayê qebûlkirin.”   Kongra Star ji bo şermezarkirina derxistina destûra demkî ya Sûriyeyê bêyî ku mafên gelan û jinan biparêze, komkujiyên li perava Sûriyeyê yên li dijî elewiyan û ji bo banga garantiya mafên jinan li Sûriyeyê, li bajarê Qamişlo meşek organîze kir.   Jinên ji bajarên Hesekê, Qamişlo, Dirbêsiyê, Şedadê, Amûdê, Tirbespiyê, Çilaxa, Girkê Legê, Dêrik, Til Koçer, Til Hemîs, Til Birak, Hol, Til Temir, Zirgan, Mergeda, El Erîşa û bajarokên girêdayî wan ên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen ên kantona Cizîrê, endamên sazî û rêxistinên jinan, nûnerên ji Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê beşdarî meşê bûn.   Meşê ji Çerxerêya Osman Sebrî dest pê kir. Di meşê de jinan sloganên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Na ji destûra ku mafên jin û pêkhateyan tê de tune ne” berz kirin. Meş li Çerxerêya Şehîd Rûbar sekinî û piştî rêzgirtinê axaftinan dest pê kir.   Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo komkujiyên li dijî elewiyan şermezar kirin û diyar kir ku qada civaka navneteweyî çavê xwe li hember tundî, tecawizkirin û qetilkirina jinan ên li peravên Sûriyeyê girtiye û got: “Em wek jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cesareta xwe piştgiriya xwe ji bo wan pêşkêş dikin, em ji wan re dibêjin hûn ne bi tenê ne, em li pişta we ne.”   Rîhan Loqo destnîşan kir ku destûr û sîstemên olperest û netewperest ên ku îradeya jinan tune dihesibînin, nayên qebûlkirin û wan temsîl nakin û got: “Rojane dixwazin bi biryarên xwe li ser gelê li Sûriyeyê ferzkirinê pêk bînin, gelê Sûriyeyê bi pêşengiya jin û ciwanan li hember rejîma Baasê serî hilda. Wê têkoşîn û berxwedana me jî li qadên azadiyê heta avakirina Sûriyeyeke demokratîk bidome.”   Rîhan Loqo bang li jinên li peravên Sûriyeyê û hemû herêmên Sûriyeyê kir ku bi hev re li hember komkujiyan helwesta xwe nîşan bidin û got: “Em ê li kiryarên ku rû didin çavê xwe nagirin.”   Piştre hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Vîviyan Biho Osê axivî û got jinên Suryan, Kurd û Ereb ji bo avakirina welat, siberoj û misogerkirina wekheviyê hevkarên esasî ne û wiha dewam kir: “Divê di destûrê de mafên hemû pêkhateyên civakê, di pêşî de mafên jinan cih bigirin.”   Vîviyan Biho Osê diyar kir ku jinan li Sûriyeyê seranserî dîrokê pêşengî kiriye û ew ê heta pêkanîna edaletê tê bikoşin.   Piştî axaftinan mîting bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.