Bi hezaran kes derketin qadên Newrozê 2025-03-15 12:26:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bismil, Serêkaniyê, Midyad û Şemzînanê bi tevlibûna bi hezaran Newroz tê pîrozkirin.   Pîrozbahiyên Newroza ku bi dirûşma "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk/Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk" li navçeya Bismil a Amed, navçeya Serê Kaniyê ya Rihayê, li navçeya Midyadê ya Mêrdînê û li navçeya Şemzînan a Colemêrgê  bi coş dest pê kirin.