Li gelek bajaran civînên 'Civaka Demokratîk' 2025-03-10 14:16:40   NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partî û DBP’ê di çarçoveya banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê de li gelek bajaran civînên gel pêk anîn.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di çarçoveya banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Aştî û Civaka Demokratîk" a 27'ê Sibatê de li gelek bajaran civînên gel pêk anîn.   Wan   Civîna gel a li Wanê li salona dawetê pêk hat. Di civînê de; Endamê Heyeta Îmraliyê û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrin Faîk Ozgur Erol, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Veysî Dîlekçî, endama Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê Derya Arslan û endamê PM'ê yê DBP'ê Huseyîn Ozsoy amade bûn. Civîna gel ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.     Colemêrg / Gever   Li Geverê jî DEM Partî û DBP'ê civîna gel li dar xist. Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê Latîf Çetîn, Aktîvîsta TJA'yê Gulbahar Alpsoy û Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onur Duşunmez amade bûn. Onur Duşunmez, diyar kir ku ji bo banga dîrokî ya aştiyê rast were fêmkirin ew lêkolîneke bi vî rengî dikin û destnîşan kir ku dê ev lêkolînek ji bo bicihanîna erk û berpirsyariyên gel be.   Piştî axaftina kurt civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.   Agirî   Parlamenterên DEM Partiyê Salîha Aydenîz, Nejla Demîr, endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP’ê Mûrat Sarisaç, Hevşaredara Agiriyê Hazal Aras, endamên meclîsa şaredariyê û gelek welatî beşdarî civîna gel a ji aliyê DEM Partî û DBP’ê ve li navenda Agiriyê hat lidarxistin bûn.     'Divê em pergala demokratîk ava bikin'   Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz di civîna gel a li salona dawetê ya li avahiya parêzgeha Agirî ya DEM Partiyê de pêk hat de axivî û diyar kir ku ew ji bo banga Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê li hev civiyan. Salîha Aydenîz, diyar kir ku em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin û got, “Em li cîhanê, li Rojhilata Navîn û li Tirkiyeyê di qonaxeke kaoseke mezin re derbas dibin. Îro li Sûriyeyê li dijî gelê elewî komkujiyên mezin tên kirin. Ev komkujî zilm û zordariya zihniyeta dagirker e. Divê em nîzameke demokratîk ku hemû cudahî tê de bên naskirin ava bikin."   Civîna gel piştî axaftinan bi pirs û bersivan bi dawî bû.   Erzirom   Li navenda Erziromê, navçeyên Xinûs  û Tatos  ji bo banga “Aştî û Civaka Demokratîk” civînek hat lidarxistin. Hilbijartinên navend û du navçeyan li Rêxistina Navçeya Tatosê ya DEM Partiyê hatin cem hev. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.   Amed   Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, Hevşaredara Erxeniyê Bîrsen Azak û rêxistinên navçeyê tevlî civîna gel a li Salona Konferansê ya Şaredariya Erxenî ya navçeya Erxeniyê ya Amedê pêk hat, bûn.   Di civînan de axaftin hatin kirin û nêrîn û pêşniyarên gel hatin wergirtin.