Jinên Ereb ên Şengalê belavokên 8’ê Adarê belav kirin 2025-03-07 15:36:19       NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên Meclisa Jinan a herêma Ereban a Şengalê serdana hemû gund û malan kirin û 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kirin, jinan vexwendin mitînga 8’ê Adarê.   Li herêma Ereban a Şengalê jin bi coş û heyecan 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Jinên Ereb kom bi kom diçin serdana mal û gundan, 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin û belavokên vexwendina 8’ê Adarê li ser gel belav kirin.   Jinên Ereb di dema serdanan de li ser 8’ê Adarê, dîrok û girîngiya wê bi jinan re axivîn û ji aliyê jinan ve bi germî hatin pêşwazîkirin. Jinan piştî ku belavokan belav kirin, 8’ê Adarê pîroz kirin.