8'ê Adarê wesayitên şaredariyê ji bo jinan bê pere ne 2025-03-07 14:12:40       AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de dê xizmeta hatûçûnê bê pere ji jinan re pêşkêş bike.   Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê biryarek li ser veguhestinê girt. Li gorî biryarê, di 8'ê Adarê de hemû wesayitên veguhestina giştî yên ku girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin in li navenda bajêr û navçeyan dê ji bo jinan bê pere be.