Coşa 8'ê Adarê: An azadî an azadî 2025-03-06 13:51:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên 8'ê Adarê de jinan bal kişad ser têkoşîna hevpar.   Bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, li gelek navendan çalakî hatin lidarxistin û banga yekitiya jinan hat kirin.    Wan    Tevgera Jinen Azad (TJA) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwarên re (TUHAYDER), li Wanê girtiyên jin re kart û pirtûk şandin. Dayikên Aştiyê, Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û siyasetmedar beşdarî bernameyê bûn.    Li ber postexaneyê daxuyaniyek hat dayîn û dirûşma "Jin jiyan azadî" hat berzkirin û dû re jî kart û name hatin şandin.    Îzmîr    Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îzmîrê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de bi jinan re li avahiya DEM Partî a Aliagayê kom bûn. Parlamentera DEM Partiyê Burcugul Çubuk û gelek jin beşdarî bernameyê bûn.    Di bernameyê de jinan dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin û bal kişandin ser berxwedana 8'ê Adarê. Di bernameyê de jinan bal kişand ser girîngiya hevgitina jinan û azadiya jinan.    Stenbol    Di pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwarên re ya Marmarayê (MA-TUHAYDER) de bi dirûşma "Jin rojê silav dikin" di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de ji bo girtiyên jin kart û pirtûk şandin. Jinên ku li ber postexaneya Aksarayê kom bûn pirtûk û kartên ku amadekirin şandin.