Cîhan Bîlgîn li ser gora xwe hat bibîranîn 2025-03-06 13:51:02     NAVENDA NÛÇEYAN - Xebatkarên ajansa ANHA'yê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, nûçegîhana ANHA'yê Cîhan Bîlgîn li ser gora wê bi bîr anî.   Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, xebatkarên jin ên Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) serdana gorên nûçegihana me Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan ên Pakrewangeha Şehîd Delîl Saruxan a li Qamişlo kirin.    Xebatkarên ajansê gul danîn ser gorên herû hevalên me û ew bibîr anîn.   Nûçegihana me Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan 19’ê Kanûna 2024’an dema ku êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê û berxwedana şervanan dişopandin, di êrişek hewayî ya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dan.    Cîhan Bîlgîn, mijarên jin, çalakî û bernameyên wan wekî mijarên sereke wên rojevên xwe hilbijartibûn. Her sal bi boneya 8’ê Adarê dosyayên li ser êşên jinên cîhanê û destkeftiyên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade dikirin.